19 mars 2018

Yekîtiya Ewrûpa bi vê tirsonekîya xwe dîktatoriya Erdogan fînanse dike


Amerîka û Natoyê û Yekîtiya Ewrûpayê ji tirsa û ji ber berjewendiyên xwe Efrîn teslîmî Erdogan û çeteyên îslamî-Daîşê kirin. 

Lê ev siyaseta tirsonek û bêbextiya bi kurdan ra ewê li ser Ewrûpa buha rûne.

Xurtiya Erdogan bi qasî kurdan ewê zirarê bide Ewrûpayê jî.
Helbet sûcdarê herî mezin Pûtîn e, wî rê da Tirkiyê. 

Lê Amerîkayê, Natoyê heger bixwestana kanîbûn rê li ber êrîşên Tirkiyê bigrin. 

Çimkî Tirkiyê bi çeteyên Daîşê ra êrîşî mitefikekî Amerîka û Natoyê dikir. û him jî bêsebeb, tenê ji bo ku kurd in.

Lê Amerîka û Natoyê dengê xwe nekirin, ji Tirkiyê ra gotin tu serbestî. 


Heger Amerîkayê, Natoyê, Yekîtiya Ewrûpayê ji Tiriyê ra lampa kesk vênexistana Tirkiyê nikanîbû êrîşî ser Efrînê bikira. Destûra Rûsyayê tenê têrê nedikir.

Lê dagirkirina Efrînê ne dawiya her tiştî ye, meriv nizane sibe ewê çi bibe. Nuha rewşeke nuh peyda bûye. Tirkiye ji nava sînorên xwe derketiye û welatekî din dagir kiriye. Ev rewşeke nuh e û mayina Tirkiyê li wir ewê ne rehe be.

Helbet Tirkiye ewê li Efrînê çi bike pir muhîm e. Geleo ewê bihêle kurd vegerin malên xwe, cî û warên xwe û wan reheti bihêle ya jî ewê kurdan ji Efrînê derxe û ereban li wir bi cî bike. Ya jî ewê Efrînê bike bajarekî Tirkiyê ?
Di rojên pêş da ev yek ewê diyar bibe. 

Erdogan berê gotibû ewê Efrîne ji kurdan paqij bikin û nedin Sûriyê. 

Hela ka em binêrin rojên pêş çi nîşanî me didin....

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE