19 mars 2018

Tirkiye nuha jî dixwaze Serêkaniyê dagir bike



Tirkiye dixwaze êrîşî ser Kobanê, Serêkaniyê û Qamîşloyê bike, haziriya wê dike.

Li gorî hin xeberên medyaya tirk, Tirkiye di van rojan da ewê êrîşî Serêkaniyê bike. Yanî tiştê anî li Efrînê kirin dixwazin li Serêkaniyê, li Kobanê, Qamîşlo û bajarên din jî dubare bikin.

Xwedêgiravî ji Serêkaniyê ”terotîstan” bi raketan êrîşî ser nobedarên wan yên ser sînor kiriye û wan jî bi topan bersîv dane û 18 kes kuştine.

Ji xebera MITê meriv fêm dike îro Serêkaniyê topbaran kirine û gelek xelkê siwî, ham û tam kuştine û bi xeberên wiha cî ji êrîşekê ra xweş dikin.

Bizina kol elîmî daniya, li Efrînê jî eynî tişt kirin. Heger Efrîn li Tirkiyê û Erdogan bihele sedîsed ewê êrîşî ser Kobanê, Serêkaniyê, Amûdê, Qamîşlo û Dêrika Hemko jî bikin. Yanî ewê hemû gund û bajarên ser sînor dagir bikin.

Ev êdî vekirî ye, Erdogan vê nêta xwe herr oj dubare dike. Heval piştî Efrînê tew har bû.
Lema jî em, hêzên kurd kanin çi bikin dibê tavilê li hev rûnin li hemberî vê plana Tirkiyê ya dagirker tedbîrên xwe bigrin.

Dibê partiyên heer çar perçên Kurdistanê, hukûmeta Kurdistanê bi hev ra têkiliyê bi Neteweyên Yekbûyî, NATO û Yekîtiya Ewrûpa û Amerîkayê ra deynin û ji van dewlet û dezgehan alîkariyê bixwazin.

Dibê em li bende êrîşê nemînin, Tirkiye ewê êrîşî ser Kobanê, Serêkaniyê û Qamîşloyê bike….
Di çend malperan da eynî xeber e, ne kêm ne zêde, hemû wek hev in û eynî risim in. Xeberên wiha MIT serwîs dike û hemû rojname û ajans jî belav dikin.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE