19 mars 2018

Nizanim çi bibêjim û çi navî li van kurdan kim !




Nizanim ez çi navî li me kurda kim
nizanim ez kîjan xweliyê li sere xwe û wan kim
nizanim çima em hewqasî korfahm in
nizanim çima em bi tu malwêraniyê biaqil nabin
Kerkûk çû me qebûl kir,
me girîyê bi hezaran koçberên kerkûkî ji bîr kir
nuha dora Efrînê ye
piştî çend rojan emê dagirkirina Efrînê jî qebûl bikin,
emê trajediya bi hezaran koçberên efrînî jî ji bîr bikin
emê xwe fêrî vê têkçînî, 
vê malwêraniyê jî bikin.
em bindestiyê,
malwêraniyê,
têkçûnî zû qebû dikin,
îxanetê û xayinan rehet efû dikin.
gerek meriv dagirkirina welatê xwe qebûl neke,
gerek meriv bi welatê xwe ra,
bi gelê xwe ra îxanetê neke
lê kurd xayintiya ji îxanetê mezintir dikin
ji bo dagirkirina welatê xwe dibin rêberên dijmin
ew jî bi dijmin ra birayê xwe ji par va kêr dikin
welatê xwe,
guns û bajarên xwe diyarî dijmin dikin
û dû ra jî di telewîzyonan da li talanakirina bajarên xwe temaşe dikin
ez nizanim ez çi navî li van kurdan kim,
ez nizanim ez çi xweliyê li serê xwe û wan kim

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE