07 mars 2018

Ez vî rismî diyarî kurdên dewletê û AKPê dikim



Çete û leşkerên tirk li Raco maleke kurd talan dikin

Daîş bi tena serê xwe li hemberî kurdan têk çû. Kurdan Daîş li Kobanê, li Sûriyê, li Şengalê, li Îraqê şikandin.

Nuha Daîş û Tirkiye bi hev ra li Efrînê êrîşî kurdan dikin.
Do Tirkyê bi dizî alîkariya Daîşê dikir, îro vekirî dike, îro Daîş û Tirkiye bi hev ra şerê kurdan dikin.

Ferqa Daîşa Kobanîê û Efrînê nav e.
Navê çeteyên êrîş birin ser Kobanê Daîş bû.
Navê yên îro êrîşî Efrînê û Racoyê dikin OSO ye, Artêşa Sûriya Azad e. Yanî Tirkiyê tenê navê çeteyên xwe guhert.

Dinya viya zane.
Yekîtiya Ewrûpayê viya zane.
Neteweyên Yekbûyî viya zane.
Amerîka viya zane.


Lê ji tirsa tirkan kes newêre dengê xwe bike.
Ji ber yên tên kuştin kurd in kes dengê xwe nake.
Û ji ber Tirkiye zane kurd miletekî bêkes û bêpişt e lema ew diwêrin vê zulmê li kurdan bikin.


Ev risim ji wahşeta Tirkiyê ya Efrînê ye
Leşkerên tirk li nehiye û gundên Efrînê, li Racoyê bi hovane qetlîamên xwe didomînin. 

Malên kurdan talan dikin, rez, bax û bexçeyên kurdan jî wek zarokên wan qetil dikin. 

Ez van risman diyarî hemû kurdên AKPê, kurdên dewletê, bênamûs û bêşerefên, xayinên piştgiriyê didin vê zulm û wahşeta Tirkyê dikim.


Prensê Erebîstana Suûdî Muhemmed bîn Salaman, li Misrê di civîneke çapemeniyê da li ser pirsa rojnamevanekî gotiye:
”Tirkiye, Îran, Qeter mîhwera/eksena şer e” û ev hersê dewlet ”piştgiriyê didin terorê.”


Dîtineke sedîsed rast e.
Heta du sal berê Suûdî jî di nav vê ”mîhwera/eksena şer” da bû, lê dû ra jê vekişiya. 

Nuha Îran, Qeter û Tirkiye mane. Û di nava wan da jî welatê herî har û bi hemû dem û dezgehên xwe ve bi terorîstan ra dixebite û wan perwerde dike û li Sûriyê û Îraqê bi kar tîne Tirkiye ye. 

Tirkiye sermefermandariya hêzên îslamî yên terorîst dike, piştgiriyê dide hemû hêzên îslamî.

Her kes vê rastiyê zane. Lê ji tirsa ji Tirkiyê û tirkan Ewrûpa newêre dengê xwe bike.


Yekîtiya Ewrûpayê Efrîn firot Erdogan. Bi şertê Tirkiye koçberan neşîne Ewrûpayê, Yekîtiya Ewrûpa li hemberî êrîşên Tirkiyê ser Efrînê dengê xwe nake. Ev siyaseteke pir bêexlaq e. Ji bo rehetiya xwe kurdan ji xwe ra dikin qurban. Hemû dewlet bêexlaq, zalim û bêûjdan in.


Pere, berjewendî dewletan jî, însanan jî bêexlaq, bêûjdan, bêşeref û bênamûs dike, dike hevalê zaliman û terorîstan.
Îspata vê îdîa min bêdengiya Rûsyayê, Yekîtiya Ewrûpayê, Neteweyên Yekbûyî û Amerîkayê ya li hemberî êrîşên Tirkyê ser Efrînê ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE