16 januari 2018

Min Hindik-Rindik ji bo xatirê we nuh kir


Gelî xwendevanên ezîz, dost û heval û blogerên kurd yên xoşewîst, merheba, silevek germ li hemûyan!

Ez dixwazim îşev mizgîniyeke xweş û xebereke xêrê bidim we.

Ne bi qasî min be jî, lê ez bawer dikim hûnê jî bi vê mizgîniya min kêfxweş bibin.

Wek hûn jî zanin "hindik-rinkdik" 10 salên xwe qedand û ket sala 11a. Lema min biryar da ez şikil û şemalekî nuh bidim bloga xwe, yanî "hindik-rindik" hinekî din jî rind bikim.

Ji bo ku hûn kanibin rehettir bixwînin û nivîsên hûn lê digerin hêsantir bibînin.

Ev du sê roj in xortekî jîr û jêhatî, di her tiliyeke wî da marîfeteke heye, ji vê bêxwedîya înternetê û blogan û van îcadên nuh hemûyan pir baş fêm dike, bloga min nuh dike...

Hîn nuh dest pê kiriye, hêdî hêdî, yanî wek soran dibêjin wirde wirde li ser mîzanpaja wê dixebite.

Ewê çend rojan bajo ez nizanim. Lê li gora texmîna wî heta mehekê ewê bi temamî biqede.

Ez ne tenê dîsayneke nuh didim "hindik-rindik", ez naveroka wê jî ji hev digrim, li gorî mijaran kategorîze dikim.

Wek hûn jî zanin berê hemû nivîsên min, yên li ser zimên, çîrok, pêkenîn, şiîr, rexne û hwd, hemû tevlihev bûn. Lê nuha ez wan li gorî mijaran di bin sernivîsên cihê da ji hev cihê dikim.

Bi vî rengî xwendevan nivîsa lê digere kane bi rehetî bibîne. Yanî nivîs li gorî mijaran ewê ji hev cihê bin. Ev yek karê xwendevan rehet dike.

Ji ber nivîs pir in, ji sala 2007a û vir da ye min 4000 hezar nivîs weşandine. Lema jî ji hev girtina(tasnîfkirina)hewqas nivîs ewê wextê bigre. Lê dema biqede ewê pir xweş bibe. Hêvî dikim bi dilê we be jî.

Ji nuha da mîzanpaja hindik-rindik ji kok da hatiye guhertin, min ew logoya berê ji bin da guhert.

Berê hinekî qelebalix bû. Nuha sadetir bûye. Lê helbet hîn prov e, ne şiklê dawî ye, di rojên pêş da ewê şiklê dawî bigre.

Lê dîsa jî guhertineke esasî çê bûye û bi ya min xweşiktir xuya dike. Hêvî dikim hûn jî ji vê dîzayn û mîzanpaja nuh hez bikin.

Ya din heger dîtin û pêşniyara we hebe, hûn jî kanin fikir û pêşniyarên xwe di binê blogê da binivîsin. Ezê fikir û pêşniyarên we bigihînim hosteyê xwe.

Berê min bêparagraf û bi fontên biçûk dinivîsî. Hoste ji min ra got ev yek xwendinê zahmet dike. Lema jî ji nuha û pê da ezê bi nabên û bi fontên mezin binivîsim. Bi rastî jî xwendin hêsantir dike.

Ya din heta nuha min tu carî bi nivîsê ra risim belav nekiriye. Ji nuha û pê da heta ji min were ezê bi nivîsan ra risman jî belav bikim. Min îşev bi alîkariya lawikê xwe Rojen dest pê kir. Ez hêvî dikim ezê bikanibim fêr bibim...

Tiştê ez nuha li ser guherînê bibêjim ev in.

Heta agahiyeke din bi xatirê we

9 kommentarer:

  1. Sihet xweş!

    Her tişt porfekttir dibe.

    SvaraRadera
  2. Erê bi rastî jî îcar xweşik bûye û bêtir profesyonel e. Min ji blogên xoran îlham girt. Êdî ne wek berê ye, blogerên kurd roj bi roj zêde dibin. Û meriv kane ji hev tiştên nuh fêr bibe...

    SvaraRadera
  3. Apê Zinar sihet xweş, bloga te ev car rindiktir bûye. Ev fonta nivîsê baş e, font gava biçûk in xwendin meriv diwestîne. Her wiha bi her nivîsê re etîketan bi kar bînî gelek baş dibe, bi vî awayî her kes bi rihetî dikare li mijarekê li nivîsekê bigere. Her wiha di her nivîsê de resimek jî hebe dilkêştir xuya dike. Niha tiştên tên bîra min ev in. Ger tiştên din bên bîra min ez ê binivîsim. Gelek silav

    SvaraRadera
  4. Gelek spas Înan. Bi baweriya min jî li gorî berê xweştir bûye. Min ji blogên xortan îlham girt. Ez bawer dikim ez li ser rêyeke rast im. Lê dîsa hîn ji min ra lazim e.

    SvaraRadera
  5. Apê Zinar,

    Pêşnîyareka min heye. Madem tu bloga xwe kategorîze dikî, di vê serdema nû de ji kerema xwa re beşek bi navê BÎRANÎN ava bikî û tê de hêdî hêdî, li gora dilê xwe dest pë bikî bîranînên xwe binivîsî çawa ye? Bi tevî sûretan, belgeyan, û materyalên hwd... Bûyerên emrê xwe, xortanî, navseretî... Ji me ra binivîsî, ma ne xêrek e? Ka bifikire, apo.

    SvaraRadera
  6. Weleh pêşniyareke xweş û balkêş e. Jiyana min wek ya hin camêran zêde ne balkêş e, lê dîsa jî tiştên meriv binivîse hene. Ezê li ser bifikirim û ji mihendizê bloga xwe ra bibêjim.
    Spas ji bo pêşniyarê.

    SvaraRadera
    Svar
    1. Sipas apo, te dilê min nehêla.

      Her jîyan şahidê serdema xwe ye, ji loma bi her awayî teqez balkêşîyeka xwe heye bo hinan.

      Tu dikarî salan, bûyeran ji bo xwe wek nîşane bi kar bînî, pê de pê de biherikî.

      Ez li bendî wan bîranînan im.

      Dîsa sipas, silav.

      Radera
  7. Xalo welleh pishniyarek bashe. Mazinen me biraninen xwe binivisin pirr bas e.

    SvaraRadera
  8. Hela ka ez binêrim. Ez dixwazim gelek tiştan bikim lê pê ra nagihînim.

    SvaraRadera

PARVE BIKE