17 januari 2018

Guhertin berdewam e



Do min xebera guhertina mîzanpaja hindik-rindik gîhand we. Wek  ez dibînim hûn jî bi qasî min ji vê guhertina şikil û naveroka "hindik-rindik memnûn in.


Ez viya ji jimara serdanên ji do da ye, yanî tikandinên ji do da hatine kirin fêm dikim. Jimara ziyaretçîyên îro yên heta nuha 855 e. Ev ji min reqor e.

Nuha jî ez dixwazim xebera guhertineke din, xebera guhertina  ciyê xebata xwe bidim we.


Berê ez ne rûniştî, ji pîya(ji pê) dixebitîm. Li ciyê kar ergonom û terapeutan ji me ra digotin zêde rûnenin, hûn çiqasî ji pê(ji pîya)bixebitin hewqasî baş e. Min xwest ez wê yekê li mal jî bidomînim.

Lê dû ra min dît hinekî zahmet e. Lema jî piştî guhertina mîzanpaja blogê, min şikê rûniştina xwe jî guhert. Nuha ne ji pê, rûniştî dixebitim.

Û bi vê minasebetê min der û dora xwe jî hinekî ji hev girt. Bi dîtina min ev guhertin jî baş bû.

Dibê dem dem meriv der û dora xwe biguhere û dûzaneke nuh bidê.


Îcar min got wek we guhertina di hindik-rindik da dît, vê guhertinê jî bibînin. Lema jî min du risim girtin. Min xwest hûn bibînin.

Esas nêta min hebû li ser qahwa kurdî û "qahwa tirk"  tiştekî binivîsim. Min nîv soz jî dabû xwendevanekî "îllegal", lê nebû, ma sibe. Bi xêr ezê sibe bi bîna fireh binivîsim.

6 kommentarer:

  1. Apê Zinar cihê te yê nû ser xêrê be, gelek lihevhatî ye. Apo tiştek gelek bala min kişand, ev tu ji piyan çawa dixebitî û dinivîsî. Cara pêşî dibînim ku nivîskarek ji piya dinivîse, ev bi min gelek zehmet û ecêb hat.

    SvaraRadera
  2. Xalo, ciye te ji aliye ergonomi ne bashe. Duve tu wan pirtukan ji ser maseye hilini u ciye chenge xwe bashtir biki.

    SvaraRadera
  3. Apê Zinar,

    Serê pêşîn, min dê bigota ev şansek e. Lê bi dû re hay jê bûm ku ev serkeftinek e. Di ciwanîyê de meriv rihet e, dikare xwe bide ber bayê dilê xwe û quncikekê, odekekê ji xwa re dayne. Lê di emrê te de, ev nabe nesîbê her peyayî di van civatên welatî de. Va ye te di pê mucadeleya xwe ya bi salan re ev yek danîye.

    Wekî din, ez li benda nivîsa Qahweyê me, haya te jê hebe.

    Silav û qewet...

    SvaraRadera
  4. Înan rast e her kes nikane ji pê(pîya)bixebite, fêrbûn lazim e. Lê li ciyê karê min xanima ergonom digot gerek meriv pir rûnene, rojê çend caran masa xwe bilind û nizm bike.
    Li ciyê kar ez tim ji pê dixebitîm û wer fêr bûm. Lê li vir ciyê min nuha hinekî teng e belkî tesîra salan jî heye, êdî diwestim.
    Lê rûnişitina daimî ne baş e, dibê meriv fêrî xebata ji pê jî bibe.
    Nuha zarokan ode ji min stendine, lema jî min li salonê ji xwe ra quncikek çê kiriye, îdare dibe.

    Mase têrê dike, hin ferhegên ez tim lê dinêrim min danîna ber xwe. Û li vir di refa kitêban da cî nemaye, lema min yên zêde li vir dane ser hev. Min mexzena malê kiriye kitêbxane, lê ew jî li hewşê ye, dibê herim û werim.

    SvaraRadera
  5. Min ji bîr nekiriye, ezê îro nivîsa li ser qahwê binivîsim. Ez tu carî gotina xwe naxwim. Û ezê tarîfa qahwa kurdî jî bidim, ji bo hûn jî fêrî çêkirina qahwa kurdî bibibn...:))

    SvaraRadera

PARVE BIKE