17 januari 2018

Ez û siyaset


Hin xwendevan dixwazin ez nivîsên siyasî nenivîsim ya jî pir kêm bikim binivîsim  û ji dêlî wê ve giraniyê bidim nivîsên rojane, civakî, edebî, kulturî, magazîn û tiştên wenî.

Ez zanim kêfa piraniya xwendevanên ji nivîsên siyasî ra nayê, însan dixwazin tiştên din bixwînin.

Helbet hemû nivîsên min ne li ser siyasetê ne, ez carnan, di nabênê ra pêkenîn, nivîsên mîzahî, tiştên rojane, serpêhatî, ger û çavdêriyên xwe jî dinivîsim.

Lê dîsa jî çavêyê mêzînê yê siyasî giran dikşîne.

Ev jî ji ber rewşa welatê me ye, ji ber zulma li ser gelê me dibe.

Bi rastî ûjdanê min qebûl nake ez li hemberî vê zulma li gelê me dibe xwe kerr û lal bikim ya jî ji nedîtî ve werim û wek merivekî azad û bextewar ji xwe ra qala hin tiştên din bikim.

Ez viya ne ji bo kesî, tenê ji bo xwe dibêjim, ez bi xwe nikanim, ez nikanim nenivîsînim.

Lê ezê hewil bidim di nabêna siyasetê û mijarên din da balansekê çê bikim, bira ne kibab bişewite û ne jî şîş.




2 kommentarer:

  1. Apê Zinar,

    erê bila guhekî te li xwendevanan be, bes ji xwendevanan mihîmtir wîjdanê te ye. wîjdanê te çawa got, jê çêtir rênîşandêr tune ye. emrek xir ji bo fantazîyan zêde ye.

    hêz û qewetê ji te ra divêm.

    SvaraRadera
  2. Gelek spas û mala te ava be. Bêguman tişteê kêfa min jê ra nayê nanivîsim. Lê dibê meriv guh bide xwendevanên xwe, dost û hezkiriyên xwe jî.
    Felsefeya min ya jiyanê, li her kesî guhdarî dikim, lê di dawiyê da bi ya xwe dikim.
    Carnan pêşniyar û daxwazên xwendevan û yên min li hev tên , carnan li hev nayên.
    Mesele ev e...

    SvaraRadera

PARVE BIKE