17 januari 2018

Berfê Stockholm spî û barê min jî giran kir


Îsal li Stockholmê hema hema berf nebarî. Vê yekê bîna zarokan û stockholmiyan teng kir. Ji mecbûrî li girê nêzî mala me berfa sûnî çêkirin. Xelk xwe li ser berfa sûnî şûş dike.
Lê do berfa rastî silavek da Stockholmê û got xwe hazir bikin va ye ez hatim.

Ez bi xwe pir kêfxweş bûm. Bîsteke din ez û xanimê emê herin bîstekê bigerin. Em her roj li dora saet û nîvekê, du saetan digerin. Gera îro ewê xweştir be.

Ji do da ye tozan û bager e û berfeke baş jî ket. Vê sibehê ez rabûm, min wek mêra zend û bendên xwe vemaltin, bêra berfê girt û rêya çûn hatinê vekir.

Ez ji berfê pir hez dikim. Dixwazim zivistan zivistan be, sar û serma, baran berf be û çend derceyan jî di binê sifrê da be. A wê çaxê ger xweş e.

Stockholm bi berfê pir xweş dibe. Ji ber dar û daristan pir in, lema jî gava her der spî boz dibe hêjayî dîtin û temaşekirinê ye.

Û ilim jî bi şevan, ronahiyên lempeyên rengorengo xemleke nayê taswîrkirin dide kuçe û kolanan.


Berfa şilope ne xweş e, rezalet e. Meriv nikane gava xwe bavêje. Bi berfê ra û piştî berfê dibê sar û serma be, erd bicemide.

Wek her tim xanim hîn raketiye. Min hewşa xwe ji berfê paqij kir, rismekî xwe girt û nuha jî bi vê nivîsê we ji karê xwe haydar dikim.

Haaa dibê ji bîr nekim, her sibe saet li dora 07.00 qahwa xwe çê dikim û bi parîyek nan xurîniya xwe dikim. Bi zikê birçî û bê qahwe nikanim bixebitim.

Danê nîvro îcar dora vexwarina qahwa kurdî ye. Rojê du caran, carnan jî sê caran qahwa kurdî çê dikim.

Mala Salihê Kevirbirî ava be, camêr di destê xwe da ji min ra nîv kîlo anî. Hîn neqediya ye, heta çend rojên din jî ewê têra min û xanimê bike.

Ez hêlê (kakule, kardemûma) tevî qahwê dikim, pir xweş dibe. Tahm û lezeteke xweş dide qahwê. Hûn jî kanin carê biceribînin...

Bimînin di nava xêr û xweşiyê da...

4 kommentarer:

  1. Xwedê qewetê bi te de, Apo.

    Ji ber nezanîya min li min bibore, Qahweya kurdì tiştekî çilo ye? Min qet nebihîstiye. Gelo rismek wê heye li ba te, li ku peyda dibe?


    Sipas û silav.

    SvaraRadera
  2. Ji bo xatirê te ezê îro(heger karekî muhîmtir dernekeve)li ser qahwê nivîekê binivîsim û di wir da qala "qahwa kurdî" jî bikim.
    Dibê tu bizanî qahwa tirkî (turk qahwesî) tuneye, Tirkiye ne welatê qahwê ye. Tirka ji xwe ra gotine qahwa tirkî, wer propagande kirine û ewrûpiyan jî wer qebûlkirine. Tu jî ji qahwa tu çê dikî ra bibêjî qahwa kurdî mesele diqede. Lê bêyî wê qahwa kizwana jî heye, ew sedîsed qahwa kurdî ye...

    SvaraRadera
  3. Weleh ez bi miraq li bendî nivîsa te me. Kizwanê nas dikim, tahma wê pir xweş e. Min vî çendî cureyek nû ya qahweyê tam kir: Qehwa Yewnanan. Hûr e, tu diavêjî nav avê û vedixwî, heyat e. Wê nivîsa te min şa bike.

    SvaraRadera
  4. Gelek spas ji bo taqîbkirin û qedirzaniya te.

    SvaraRadera

PARVE BIKE