20 juli 2017

Heta 1ê tebaxê/axustosê bi xatirê we !


Gelî dost û hevalên ezîz, ez û xanim sibê zû diherin Îtalya, Toscanayê.
Min got ez û xanim herin çend rojan li Florenc- Toscanayê bigerin û û bîna xwe bigrin û ji xwe ra têr şerabê vexwin û tiriyê rezan bixwin.
Heger ez ji heq derkevim ezê risman belav bikim.
Lê belê nivîs na, bi xêr û xweşî piştî ez vegeriyam ezê qala rêwîtiya xwe bikim...
Şeva we xweş û heta 1ê tebaxê bimînin di nav axêr û xweşiyê da...

Tirk tim wiha dikin...

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevelut Çavuşoglu bersîveke berdûşwarî û çaqokêşan daye Almanyayê gotiye:
”Herî baş Almanya me nas dike, Almanya baş zane Tirkiye ji tehdît û şantajan ra hustuyê xwe xwar nake, Berlîn viya baş zane…”
Bersîveke tam li gorî tirkan û medeniyet û dîplomasiya tirk e. Çavuşoglu bersîveke din bida Almanyayê ezê matmayî bimama.
Tirk wezîrê karên derve be jî wiha dieyive.
Kultur û qalîte ev e.
Tam zimanê mafîa û qebedayiyan e.
Tirk tim wiha dikin.
Berê wek elokan xwe dinepixînin û pir dikin qajewaj.
Lê dû ra gava bivikê dibînin poşman dibin, dibin pisik û dibêjin:
”Me çi kir, me çi kir, me xwelî û ariya heft gundan li serê xwe kir…”
Di sala 2015a da gava balafira Rûsyayê xistin, wê demê jî Erdogan, Davutoglu û Çavûşoglu eynî wek nuha destpêkê gelek zirt dan xwe.
Davutoglu got ”min emir daye…”
Erdogan got ” me xistiye û heger careke din jî sînorê me were îhlalkirin, emê careke din jî bixînin. Ev Tirkiye ye, em ne dewleta mûzan in…”
Lê dû ra zû poşman bûn, bûn pisika şîr birjîne, bi hefetayan newêrîbûn balafireke xwe rakin.
Û dawiya dawî ji bo ku Pûtîn aş bikin Û dilê wî bigrin hezar û yek rica û şelafî ji Pûtîn ra kirin.
Qet meraq nekin, bi Almanyayê ra jî ewê eynî tişt bibe…
Di demek nêz da emê bibînin çawa xwe davêjin bextê Sigmar Gabriel û Merkelê…

Yê kurdan wek birayê xwe bibîne li dijî serxwebûna wan dernakve




Osman Baydemir ji Erdogan ra gotiye, ”heger te kurd wek birayê xwe bidîta tu yê li dijî serxwebûna kurdan derneketa û te yê serxwebûna wan tahlûke nedîda.”
Osman Baydemir pir xweş û pir rast gotiye, heger Erdogan kurd dijmminên xwe nedîtana û wek îdîa dike bi rastî jî bi çavê biratiyê li kurdan binêriya, li Sûriyê û li Îraqê ewê li dijî azadî û serxwebûna kurdan derneketa.
Lema jî îdîa Erdogan, kurdan wek birayê xwe dibîne xîlafî heqîqet e, vireke bi biçok û bi xironeke.
Lê ne tenê îdîa biratiyê vir e, di ser da Erdogan li dinyayê kurdan neyarê xwe yê herî mezin dibîne.
Lema jî her roj dibêje ewê nehêle li ”bakurê Sûriyê dewleteke kurd, Kurdistan ava bibe.”
Lema jî he roj li dijî referandûma kurdêb başûr beyanan dide û dibêje em qebûl nakin hûn Îraq perçe bikin û serxwebûna xwe îlan bikin.
Ma ev biratî ye?
Ma bira tu carî li dijî azadî û serxwebûna birayê xwe derdikve?
Ma bira tu carî dibêje ez qebûl nakim birayê min bibe xwedî dewlet?
Çima Erdgoan li dijî dewletbûna filistîniyan dernakeve, çima ji filistîniyan ra nabêje ez qebûl nakim hûn dewleteke serbixwe îlan bikin?
Kesî zarok tuneye, kurdan êdî baş fêm kirine Erdogan û tirk bi çavên neyar li kurdan dinêrin û ji bi ku li beşekî Kurdistanê kurd ji bin destiyê xelas nebin û nebin xwedî dewlet, çi ji destê Erdogan û dewleta wî tê dikin...

Ji nuha û pê da emê bibêjin sal bi sal xwezî bi par



Yekî mûşî gotiye gava ew dihere Mûşê û bi xelkê ra bi kurdî dipeyive gelek kes bi tirkî bersîvê didinê.
Ev yek ne li Mûşê tenê, li gelek bajarên Kurdistana bakur wiha bûye.
Kurmancî li Kurdistanê, di nava kurdan da êdî bûye zimanê turîstan û zimanê çend kurdçiyan…
Gava kurdek bi kurdî dipeyive gelek kes matmayî dimîne, li gorî wan dibê kurd bi hev ra bi tirkî bipeyin, ne bi kurdî.
Her cara ez çûme Kurdistanê û bi şufêrê texsiyê ya jî bi dikandarekî, ya jî li derekê bi yekî ...nenas ra bi kurmancî peyivîme, dîrekt ji min ra gotiye, ”mamoste, hecî” ya jî seyda tu li Ewrûpayê dijî?
Maneya xwe gava meriv li Kurdistanê bi kurmancî bipeyive meriv xerîb e, li derve, li Ewrûpayê dijî, kurdên li Kurdistanê dijîn bi piranî bi hev ra bi kurdî napeyivin.
Bi gotineke din li Kurdistanê axaftina bi kurdî êdî ji normalîteyê, ji zimanê gel yê rojane derketiye, bûye zimanekî biyanî, zimanekî hin kurdên Ewrûpayê pê dipeyivin.
Ji pirs û şêla xelkê ya li hemberî kurdî meriv wê netîceyê derdixe.
Û her ku here rewşa kurdî ewê xerabtir bibe.
Yanî ji nuha û pê da emê bibêjin sal bi sal xwezî bi par...
Tiştê ez dibînim û viya ev serê 30 salî ye jî dibêjim, heger kurd li Kurdistanê di nava çend salan da mafê perwerdeya bi kurdî ji dewletê negrin kurdî ewê bimre.
Lê dîsa jî dibê meriv teslîm nebe û tiştê ji destê meriv tê bike.
Heger kurdekî bi tirkî bersîva da axaftina meriv ya kurdî, dibê meriv jê ra biêje:
Tirk bi hev ra bi tirkî, ereb bi hev ra bi erebî û faris jî bi hev ra bi farisî dipeyivin.
Çima kurd ewê bi hev ra ne bi kurdî (kurmancî, zazakî) lê bi tirkî bipeyivin?
Ma tirkek ji tirkekî ra dibêje çima tu bi min ra bi tirkî dipeyive?
Ya jî gava tirkek di axaftina xwe ya bi tirkî da israr dike, ma tirk matmayî dimînin?
Ma tirkek ji tirkekî ra dibêje çima tu bi min ra bi kurmancî napeyive?
Ya din dibê meriv bi xelkê ra bi zimanê ”akademîk” nepeyive, bi zimanekî xelk ji meriv fêm bike bipeyive.
Zimanê ”akadamîk” ya jî zimanê naylon xelkê, însanan ji kurdî sar dike, ditirsîne, dibêje belkî zimanê wan şaş e û lema jî fedî dikin bipeyvin.
Çimkî zimanê ”akademîk” û naylon nizane…

19 juli 2017

Polîsên tirk rengên Ostersund li sporciyên swêdî yasax kir

Polîsên tirk forme, flame û rengên taximê OSDê(Ostersund) li sporciyên swêdî yasax kir.
Sporciyên swêdî sibe li Stenbolê ewê nîşan nedi new terefdarên OSDê ne. Heger nîşan bidin kanin werin lînckirin.
Wek tê zanîn OSDê(Ostersund) di maça pêşî da GS bi mexlûbkiria 2-0 şiqizand. Nuha dora maca li Tirkiyê li saha GSê ye.
Sibe(roja pêncşemiyê)taximê Swêd OSD ewê li Stenbolê li stadyûma Arena derkeve hemberî GSê.
Polîsên tirk bi beyanekê ji swêdiyên alîgirên OSDê ra gotiye berî maçê dibê hûn bi al, bi forme, bandrol û rengên OSDê li bajêr û li ber stadyûmê negerin. Tiştekî kane bibe sebebê tahrîka sporciyên tirk û büerên mezin.
Yanî polîsên dibê tedbîrên esayişê û ewlekariyê bigre, ji terefdarên swêdî ra gotiye xwe nîşan nedin û rengên OSDê li xwe nekin. Piştî hûn ketin hundur, di trubînên xwe da formayên li xwe kin…
Bêguman ev skandal e, lê ji tirkan ra skandal ne tu tişt e, însanên barbar û dinya nedîtî kanin her tiştî bikin.
Gava GS hat Swêd, polîsên Swêd yasaxeke wiha li ser wan ferz neki, sporciyên tirk bi azadî her tişt kirin. Lê ew vê azadiyê nadin swêdiyan, çcimkî ew merivên prîmîtîv in û dewleta wan jî dewleteke qeşmer e…

Bi sebirkirinê em bûn kevirê sebrê !



193 dewletên serbixwe, yanî dewletên xwedî al, xwedî meclîs û xwedî sînorên diyar endamên Neteweyên Yekgirtî(NY)ne.
Ji van 193 dewletan 22 dewlet yên ereban in.
Li gorî texmînan nufûsa ereban li dora 400 milyonî ye.
400 milyon ereb xwediyên 22 dewletên serbixwe ne.
Lê ereb bi van 22 dewletên serbixwe qîma xwe nînin, dibêjin 22 dewlet têra me nakin, dibê em dewleta 23a ya Filistîn jî ava bikin.
Neteweyên Yekgirtî û Emerîka jî di nav da, hemû dinya jî piştgiriya vê daxwaza ereban û filistîniyan dikin, hemû dibêjin ereb û filistînî ji erd heta bi ezman bi heq in, avakirina dewleta 23a mafê filistîniyan e.
Di bin destê çar dewletan da(Îran, Îraq, Sûriye û Tirkiye) û li Kafkasan, Asyaya Navîn û Lubnanê herî kêm, herî kêm 50 milyon kurd hene.
Ev 50 milyon kurd dixwazin li beşekî Kurdistanê, li Îraqê referandûmeke serxwebûnê çêke û dû ra serxwebûna xwe îlan bike.
Emerîka, NY, Yekïtiya Ewrûpayê û dinya piştgiriyê didin dewleta 23a ya ereb û filistîniyan, piştgiriyê nadin 50 milyon kurdî li beşekî welatê xwe dewleteke biçûk ava bikin.
Dewletên dijmin, Îran, Îraq, Sûriye û Tikriye bi şîdet li dijî referandûmê û serxwebûna kurdan dertên, geefên li kurdan dixwin, dibêjin em qebûl nakin hûn ji Îraqê veqetin û serxwebûna xwe îlan bikin, ev yek ewê li herêmê, yanî li beşên Kurdistanê yên din ewê tesîreke domînoyê çê bike, kurdên din jî ewê eynî tiştî bixwzin. Lema jî referandûm pir xeter e, gerek hûn çê nekin.
Îtîraz û gef û diberiya dewletên dijmin meriv fêm dike, dijmin in helbet ewê nexwzin kurd azad bibin.
Lê ya ecêb Emerîka, Neteweyên Yekgirtî û Yekîtiya Ewrûpayê jî piştgiriyê nadin referandûmê û serxwebûna kurdan.
Erê ew wek Sûriyê, Îraqê, Îranê û Tirkiyê dijminatiya kurdan nakin,  nabêjin referandûm û serxwebûn ne heqê we ye, lê destegê jî nadin kurdan, dibêjin efendim nuha ne wext e, hela hinekî din jî bipên, hîn Daîş ji ortê ranebûye, filan û bîvan…
Hemû Efrîka rizgar bû wext bû û heqê wan bû.
Balkan perçe bû û bi dehan dewlet çê bûn wext bû, problem tunebû.
Ereban ji rojavayê Atlasa Okyanûsê bigre, heta xwe dighîne rojavayê Okyanûsa Hindê xistine bin destê xwe û 22 dewlet li ser vê parzemîna du kontînentan ava kirine, normal e û avakirian dewleta 23a jî heqê wan e.
Lê mafê 50-60 milyon kurdî tuneye dewleteke biçûk jî ava bike. Çimkî nuha ne wext e, hîn wext nekemilî ye….
Yaho ev dinya çi qahp û bênamûs e !
Tiştê ji her miletî ra, heta ji miletên nufûsa wan 300-400 hezar in ra heq e, ji kurdan ra ya ne heq e ya jî nuha ne wext e…
Gere kem hinekî din sebir bikin…
Lawo herî kêm ev 100 sal in em sebir dikin, bi sebirkirinê em bûn kevirê sebrê!
Ma kînga ewê dor were me, kînga ewê wext be?
Ji arnawitên Kosowayê ra wext bû, ji bi dehan dewletên Balkan ra serxwebûn wext bû, lê çima ji me kurdan ra hîn ne wext e?
Ev dinya pir qahp û bêbext e. Gava rojekê em bûn xwedî dewlet û me Kurdistana serbixwe îlan kir, gerek em Emerîkayê, Rûsyayê derbas bikin, gerek em kurd li dinyayê bibin xwediyê dewleta herî modern, herî pêşketî û herî xurt, her warî da herî bi hêz û herî zengîn…
Ji bo ku em kanibin heyfa xwe ji van namerdan bigrin….

18 juli 2017

Mahkimeya tiroviro, biryara tiroviro



Mahkimeya tiroviro piştî 4 rojan poşman bû û dîsa biryra girtina Firat Anli da


Çar roj berê mahkimê serokê belediya bajarê mezin yê Diyarbekrê Firat Anli û Abdullah Bal serbest berdan.
Piştî çar rojan, li ser îtîraza dozger, mahkimê dîsa emrê girtina Firat Anli û Abdullah bal da.
Meriv kane îtîraza dozger wek emrê Erdogan texmîn bike.
Wer xuya dike Erdogan bi berdana wan aciz bûye û xwestiye Anli û Bal careke din werin tewqîfkirin.
Û mahkimê jî ji mecbûrî ev emir bi cî anîye.
Firat Anli di 30 cotmeha 2016a da(30/10-16) hatibû zindankirin û çar roj berê jî hat berdan.
Lê wer xuya dike piştî 4 rojan şefeê mezin guhê hakim kişand û lema jî mahkimê dîsa biryara gitina Anli û Bal da.
Tirkiye berê jî dewleteke naylon û sentetîk bû, tu carî nebû dewleteke qanûnî û heq û huqûq lê bi cî nebû.
Lê Recep Tayyip Erdogan di van çend salên dawî da baş qopikê xwe kirê, tiştê heyî jî ji bin da xera kir.
Êdî li Tiriyê kes nikane qala hebûna mahkime û edaleteke serbixwe û adil bike, her tişt girêdayî emir û fermana Erdogan e, ew bixwaze kî were giritin, tavilê digrin û bixweze kî were berdan, berdidin…
Yanî dewleta tiroviro makimeyên wî jî bûne mahkimên tiroviro…

Li gorî Erdogan dijminên Tirkiyê hewqasî pir in newêre navên wan bibêje

Erdogon gotiye dijminên wan hewqasî pir in, hewqasî pir in, heger ew navên wan bibêje di saha navnetewî da ewê ji bo wan bibe sebebê qirîzeke pir mezin…
”Heger em ne bi hêz û ne xurt bin dijminên me yên rojekê jî mafê jiyanê nedin me di kemînê da me dipên pir in ku heger ez navên wan yek bi yek bibêjim emê rûbirûyî krîzeke pir cidî ya navnetewî bibin.”
Mêrik biaqil e, zane ewê civata cahil û nezan çawa bitirsîne û bike hevalê xwe.
Mêrik dibêje hemû dinya dijminê me ye, her kes li bendeye Tirkyê ji ortê rake û tirkan biqelînin.
Hemû dîktator demagojiya dijminên me pir in, hemû dinya dijminê me ye, herkes li bendeye me bixwe dikin. Û ji bo ku em neyên xwarin dibê em demokrasiyê red bikin.
Erdogan jî tirkan bi bi piraniya dijminan ditirsîne. Dixwaze bi vê riyê umrê îktîdara xwe dirêj bike.
Lê belê kes nikane jê pbipirse, heta 3 sal berê jî dijminên me hewqasî ne pir bûn, dinya dostë me bû, çima îro dijminên me hewqasî pir bûne?
Hewqas dijmin çi ji me dixwazin, çima naxwazin rojekê jî mafê jiyanê bidin me?
Mesele çi ye?
Dewletek çawa kane hewqas dijminê wê hebe?
Lê esas ev gotinên Erdogan nîşan dide bê ew çiqasî ditirse. Ew tirsa di dilê xwe da dike tirsa tirkan…
Ji ber vê tirsê ye di 5ê mehê da li Stenbolê li Buyukadayê 10 aktîvîstên mafên mirovî girtin.
Û do jî bi mahkimeyeke fasafîso 6 hebên wan ji endametiya rêxistina terorê tewqîf kirn û 4ê wan jî bi şertê di bin çavdêriyê da bin berdan.

XXX


Li gorî nûçeya malpera mafê mirovî Hengawê li Îranê di nava 3 rojên borî da rêjima meleyênÎranê ya faşîst li Urmiyê di zindanên Hemedan û Kerecê da 10 kurd îdam kirine.
Di vê sedsalê da rejîmeke hewqasî hov û barbar û di her warî da dûrî însaniyet û medeniyetê dibê tunebe...
Nalet li hemû rejîmên zalim û îslamiyên dîktator û faşîst were

Tirkiyê dîsa devê tivingê nîşanî kurdên başûr da

Heyeta Ewlehiya Tirkiyê (MGK) di beyana xwe ya piştî civînê da dîsa gef li Kurdistana başûr û rojava xwariye û gotiye ne mimkûn e biryara referandûmê ya Kurdistana başûr were bicîanîn. Teşebuseke wiha ”şaşiyeke mezin e û ewê netîceyên pir xerab bi xwe ra bîne. Dibê yekîtiya Îraqê were parastinû Îraq neyê perçekirin."
”Netîceya xerab”, tê maneya heger kurd referandûmê çê kin Tirkiyê ewê êrîşî kurdan bike.
Tirkiye vê gefa her roj dubare dike.
22 dewletên ereban, 7 dewletên tirkan û merivên wan û dewleteke farisan heye Îran û tirkiye ne li dijî wan in, lê li dij in kurd bibin xwedî dewlet.
Ev hersê milet(tirk, ereb û faris) ji berê da ye neyarên kurdan in û hersiyan bi hev ra nehîştine kurd bibin xwedê dwlet û îro jî dîsa li hemberî kurdan bûne yek.
Kurdê hîn hevalê van dewletan in rezîl in, cahêş in, xayinên qewmê xwe ne.
Îran jî eynî tiştên Tirkiyê dibêje, wek Tiriyê ew jî kurdan tehdît dike, dibêje nabe hûn referandûmê çêkin û serxwebûna xweîlan bikin. Îran tiştekî wiha qebûl nake.
Diyar e Tirkiyê û Îranê di vî warî da qela xwe kirine yek, bi hev ra êrîşî kurdan dikin û kurdan tehdît dikin.
Li hemberî van tehdîdên Tirkiyê û Îranê dibê kurd xwe topî ser xwe hev bikin û bi hev ra li hemberî van êrîşên hêzên îşxalkar rawestin. Yekîtiya kurdên başûr şert e…
Gva yekîtî çê bibe piştgirya derve jî ewê zêde bibe. Kurd îro motajî piştgiriy Emerîka û Ewrûpayê ne….

Fermo nivîskarê êşê nas bikin

Wek xwendevan ji bo meriv piçekî be jî aşînayî fikir û ramanên, dîtinên nivîskarekî, edîbekî, romanciyekî, şairekî, novelîstekî bibe, hevpeyvîn rê û metoda herî baş e.
Bi saya pirs û bersîvan pir hindik meriv him mistewa nivîskar fêr dibe û him jî dikve dinya wî.
Çimkî di hevpeyvînê da nivîskar ya derî ya jî paca dilê xwe, cîhana xwe ji xwendevan ra vedike û dihêle xwendevan pê ra sohbet bike, fikirên wî yên edebî, siyasî û îdeolojîk fêr bibe…
Hesenê Metê di nava kurdan da nivîskarekî pir jê tê hezkirin, hezkirineke wih nabe nesîbê her nivîskarî. Hezkiriyên wî pir in û dilnexwaz û xêrnexwzên wî hema hema tunene.
Heger hûn dixwazin Hesenê Metê, vî nivîskarê li ber dilê gelek xwendevanî pir ezîz e hinekî din jî nas bikin vê hevpayvînê Ferîd Mîtanî di malpera Bûyerê da pê ra kiriye bixwînin…
Pirs jî xweş in, bersîv jî...

Zinarê Xamo
Stockholm
2017-07-17



17 juli 2017

Rojê bi vexwarina 2-3 fîncan qahwa tahl çend salan jiyana xwe dirêj bikin…



Çend roj berê di rojnameyeke swêdî da min nivîsek li ser başiyên qahwê xwend.
Di nivîsê da dihat gotin li gorî lêkolîneke li Emerîkayê çêkirine qahwe ji bo siheta însên ne bi zirar e, belavocî wê jiyana(umrê, temenê)meriv dirêj dike.
Teferûatên nivîsê nuha baş nayê bîra min, lê digot yê rojê fîncanek qahwe vexwe li dora 3 salan jiyana xwe dirêj dike û yê rojê 3 fîncanan vexwe heta 8 salan jî kane jiyana xwe dirêj bike.
Qey ev bêxwediya qahwê îksîra jiyanê ye haya me jê tunye bavo …
Meriv bikanibe bi çend fîncan hahwe, bi dermanekî hewqasî erzan çend salan jiyana xwe dirêj bike ne xerabe, xêra Xwedê ye…
Ji wê rojê da ye min zor daye vexwarina qahwê.
Û him jî ne fîncanek û ne sê fîncan, heger ji bîr nekim derdixim çar û pêncan…
Çimkî li ortê dirêjkirina jiyanê heye.
Bi ya min 3 sal pir hindik e, 8 sal ne xerab e.
Lema jî ez fîncanekê ji lîmîta aliman daniye zêde vedixwim.
Ez merivekî ne egoîst im û di ser da jî têra xwe mîlîyetçî me.
Lema jî dixwazim kurdan jî ji keşfê haydar bikim, ji bo ku ew jî bi çend fîncan qahwa tahl umrên xwe dirêj bikin.
Lê rica min ji we vê yekê ji tirk, ereb û farisan ra nebêjin.
Bira ew emirqutî bin.
Hêvî dikim umrê wan ji yê pinpinîkê jî kintir be…
Heger hûn ji tirk, ereb û farisan ra bibêjin li wê dinyayê destê min ewê di qirika we da be…
Destê xwe zû bigrin û hûn jî wek min bi vexwarina 2-3 fîncan qahwa tahl rojê çend deqîqeyan jiyana xwe dirêj bikin.
Ne buhaya û ne jî zor e, here were rojê vexwarina çend fîncan qahwe ye…
Dixwazim Kurdistana serbixwe bibînim. Lema jî bi dirêjkirian çend salên jiyanê tedbîra xwe digrim…

XXX


Zilamên Erdogan, cahşên ”mektepli û alayli”, yanî yên bi dîplome û yên bêdîplome baş hev û du nas dikin û di medyaya civakî da baş qedir didin hev û baş jî reqlama hev dikin.
Normal e, dizê neqebekê ne...
Lê ev roj jî ewê derbas bin, li hemberî tarîxê û zarokên xwe hinekên serbilind û hinekên jî serberjêr û rûreş bin.

16 juli 2017

Weleh min îro bazarek nuh kir


Ji zû da bû min radikir û dadikir, dibir û dianî, dixwest ji we ra telefoneke nuh bikirim.
Lê wer min nikanîbû biryara xwe bida ka ezê kîjan telefonê bikirim…
Telefona min 6-7 sal kevn e. Belkî hîn jî kevntir e.
Wek min min ew jî êdî ji çapta ketiye û baş naxebite.
Pir giran bûye.
Sal ne însanan tenê, telefonan jî kal dike û ji çapta dixîne…
Îro lawikê me yê biçûk Rojen û diya xwe çûn ji min ra Samsung Galaxy A3 kirîn. Berê Rojen nîşanî min da bû û min ecibandibû.
Li gorî Rojen dibêje telefoneke îdare ya kal û pîra ye.
Yanî tiştmiştên zêde tê da tuneye û zêde ne buha ye jî.
Te dît dibêjin ya muhîm dibê bûk bi dilê zavê be, telefona min jî bi dilê min e, min him ji rengê wê û him jî teknîk û hunerên wê pir hez kir.
Rengê wê zîrîn e, ez ji rengê reş, ji merivên dilreş û fikirreş qet hez nakim.
Rojen ji bo ku ji min ra li hev siwar bike û dîreksiyonê bide destê min belkî saeteke feqîro girt.
Lê ji alî modernbûnê da jî min bi xwe tu kêmasî û qusûreke wî nedît, meriv kane pê her karî bike.
Bawer bikin heger ne Rojen bûya perê min şewitî bû, minê nikanîbûya telefon têxista hereketê.
Yaho ji bo meriv kanibe telefoneke wiha bixebitîne dibê meriv alimê cîhan û kûpê aqil be, dibê meriv hezar û yek tiştî bizanibe û gelek program û appan bavêje û yên nuh lê siwar bike.
Xwedê kir ez zewicîme û bûme bavê zarokan, heger Rojen tunebûya kê ewê ev telefon ji min ra li hev siwar bikira?
Keç û xortno, temiya min li we, hûn jî bizewicin û bibin bavê zarokan, rojekê zarok ewê werin hawara we…
Ez bi xwe ji zewaca xwe jî û ji telefona xwe jî memnûn im…
Lê çend surprêzên min hîna mane, wan jî ezê di rojên pêş da bibêjim.
Nabe ez hemûyan bi carê da eşkere bikim, yek bi yek...
Di vê nabênê da ez bawer dikim hin numreyên dost û hevalan wenda bûn, ez hîn nizanim çend telefon û yên kê, dû ra ezê fêr bibim…
Ez bwer dikim hewqasî bes e….

90 hezar meleyî di eynî wextê da sela xwendin

90 hezar meleyî, ji 90 hezar mizgeftê di eynî deqîqeyê da sela xwendin...
Şev nîvê şevê, li Tirkiyê û li Kurdistanê 90 hezar meleyî di eynî bîstikê da azan dan û Tirkiye û Kurdistan hejandin...
Meriv nizane çi bibêje...
Nuha li welatên cîran zara guhên gelek kesî teqiya...
Saet tam di 00.13a da li 81 wîlayetan û li bi sedan qeza, nehye û bi hezaran gundan yanî li 90 hezar mizgeftên/camiyên Tirkiyê û Kurdistanê sela hat xwendin.
Nuha li welatên cîran zara guhên gelek kesî teqiya...
Milet heb xwar, 4 hezar km ji Tirkiyê dûr im lê dîsa jî nikanim hilma xwe bigrim, dîsa jî bîna min teng dibe…
Kurd û tirk ji nuha û pê da ewê pir li kefendiz bigerin…
Îslam li ku derê hatiye ser hukim ew welat bat kiriye û civat çend qirnan(çend nifşan) paş da biriye.

XXX



Di bin navê meş û protestoya 15ê temûzê da dewletê li Diyarbekrê hêza xwe nîşanî kurdan da û gel terorîze kir
Waliyê Diyarbekrê Hasan Basrî Guzeloglu, qeyûmê belediya mezin Cumalî Atîlla, qumandarê ordiya 7a korgeneral Alî Demir û seroksawcîyê dewletê yê Diyarbekrê Kamîl Erkut Gure alên tirk di destên wan da, li pey tankeke bi aleke tirk xemilandî û li pey wan jî aleke 250 metroyî mezin û bi komek karkir û mamûrên dewletê li nava Diyarbekrê hêza dewetê nîşanî kurdan dan.
Hukûmea AKPê êdî dev ji edebiyata biratiyê û siyaseta ”nerm” û xapandinê berdaye, êdî rasterast zorê û terorê nîşanî kurdan dide, dibêje heger hûn bindestiya min qebûl nekin bi vê hêza xwe ezê serê we bipelixînim.
Me dewleta tirk baş nas kiriye, êdî ne hewce ye em zêde qala xerabiya dewletê û vê hukûmetê bikin.
Nuha gelş kurdên hîn xwe nas nakin, kurdên zilam û xulamên dewletê û hukûmetê ne, ji hukûmet û dewltê zêdetir dibê meriv van nezan, cahş û xayinan ji xulamtiya AKPê û dewletê dûr bixin.
Nuha hemû mesele êdî ji dewltê bêtir, kurd in, şiyarkirina kurdên xwe nas nekirine, kurdên cahş û xayin in…

15 juli 2017

Kurd û tirk ji destê Erdogan ewê pir bişînin


Îro yekem salvegera darbeya leşkerî ya 15ê Temûzê ye. Tirkiye û Kurdistan kirine dojeheke rastîn, kes nikane hilma xwe bigre.
Heta nuha tirkan û kurdan du dîktatorên pir yaman û pir fêlbaz dîtin, yek Mustafa Kemal e û yê din jî Recep Tayyip Erdogan e.
Û çawa ku heta mirinê kesî nikanîbû îktîdar ji Mustafa Kemal bigirta, tu kesê nikanibe bi hilbijartinê û bi riyeke demokratîk îktîdarê ji Recep Tayyip Erdogan jî bigre.beden ne mimkûn e. Heta nuha min gelek caran ev dîtina xwe dubare kiriye.
Tenê zor û mirin kane îktîdarê ji Erdogan bigre, Erdogan ji ser hukim da bixwîne, wekî din ne mimkûn e.
Tu kes ewê nikane bi fêlbaziyên Erdogan ra derkeve serî; ji bo ku îktîdara xwe wenda neke, ewê dek û dolabên wer bigerîne, ewê feleka her kesî, ya kemalîstan jî û ya kurdan jî şaş bike…
Û ji xwe nuha jî fêlbaziyên wisa dike aqilê meriv şaş dibe. Darbeya 15ê temûzê yek ji van fêlbaziyên wî ye.
Û ji nuha û pê da jî ji bo saxlemkirina dîktatoriya xwe ewê darbeya 15ê temûzê baş îstîsmar bike, baş bi kar bîne.
Erdogan dîktator û fêlbazekî ji Mustafa Kemal bêqalîtetir e, lê belê ji wî gelkî siviktir, bêexlaqtir û lûnpentir e…

XXX
4 saliya ”TIRŞIK”ê pîroz be !
Çar sal berê, di rojeke wek ya îro da ferhengeke kurdî ya internetê bi navê ”TIRŞIK”ê vebû û min jî ew pîroz kiriye.
Facebookê îro ew bi bîra min xist.
Ez 4 saliya ”Tirşik”ê pîroz dikim û jê ra serketinê dixwazim.
Di van 4 salên borî da halê wan çawa derbas bû, tirşika wan hîn dikele ya nakele bi rastî haya min jê tuneye. Gava wext hebe carnan lê dinêrim lê heta nuha tu min tu baharat tevî tirşkê nekir, min ne beroşa tirşikê li hev xist û ne jî tiştek avêt beroşê. Ev jî kêmasiyeke min e. Hêvî dikim di rojên pêş da xwe biguherînim û kanibim carnan riya xwe bi tirşikê xim, qapaxa beroşê rakim û bi çoçikê hema hinekî li hev xim….
Ji TIRŞIKê ra jiyaneke dirêj û ji xebatkar û alîkarên wê ra jî qewetê dixwazim, ji hemûyan ra dibêjim ji bo vî karê hêja mala we ava be..



XXX
Wek tê zanîn Qeyûmû hukûmeta AKPê li Diyarbekrê do tabeleya Merkeza Kulturî ya Cegerxwîn da daxistin û gotin ewê navê wê biguherin, bikin tiştekî din.
Navê kurdî rakirine, navê wê bi tirkî kirine ”Cigerxwin Gençlik Kultur ve Sanat Merkezi.”
Sê sal berê Erdogan namzetê hin kurdan bûn, wan kurdan li hemberî Demirtaş piştgiriya Erdogan kirin, gotin piştgiriya Erdogan ji bo gelê kurd baş e.
Dibê ew kurd, ew der û dor nuha herin ba dostê xwe Erdogan û bibêjin çima tu wiha dikî?

14 juli 2017

Tirkan berpirsiyarên PDKê bera hundurê avahiya wezaretxanê jî nedan



Li ser navê heyeta Partiya Demaokrata Kurdistanê(PDKê) Sertac Bûcak ji malpera Îlke Haberê ra gotiye wan du rojan li ser hev xwstiye daxwaznameya avakirina partiya xwe teslîmî Wezareta karên hundur bikin, lê berpirsiyaran tew ew bera hundurê avahiya wezaretê jî nedane û negotine çima ew daxwaznameya wan qebûl nakin.
Yanî tirkan berpirsiyarên PDKê ji ber deriyê wezaretxaneyêqewitandine.
Sertac Bûcak û partiya wî di hilbijartina serokkomariyê ya 3 sal berê da rayên xwe dan Erdogan, li hemberî Demirtaş piştgiriya Erdogan kirin.
Lê Erdogan nuha wan bera hundur avahiya wezaretê jî nade.
Bi baweriya min Erdogan baş dike. Kurdên AKPê ev yek heq kirin...
Li vê vîdeoyê guhdarî bikin, di vê vîdeoyê da Sertaç Bûcak dibêje Erdogn kandîdê/namzetê wan e û ji bo meslehata gelê kurd dibê meriv raya xwe bide Erdogaan. Îcar nuha Erdogan çi bîne serê wan baş dike. 
Bi qasî xuya dike êdî dor hatiye kes û hêzên derî PKKê û HDPê. Erdogan êdî ewê diranê xwe nîşanî dostên xwe yêb kevn jî bide, êdî ew li hustuyê kesên berê dostê wî bûn jî siwar be.
Bextê romê tuneye, lê gelek kurd pir saf û kêmaqil in, bi ”dostiya(!) tirkan bawer dikin.
Li gorî qanûnên Tirkyê ew mecbûr in daxqwaznameya avakirina partiyê bigrin û dû ra jî erê ya na bersîvekê bidin berpisiyarên partiyê…
Lê Erdogan êdî dev ji tiyatroyê û ji lîstikê berdaye, rasterast dibêje em we naxin dewwsa însên û lema jî em bi we ra napeyivin.
Dev ji avakirina partiyan berdin û wek zilam û koleyên me bimînin…



Abdulah Gul: Fetulah Gulen xocê me hemûyan e

Abdullah Gulê devşil du roj berê li ser hevaltiya xwe ya bi Fetulah Gulen ra beyanek nivîskî belav kir û xwest xwe ji hevaltiya Gulen ya demekê berî bike
Gul di beyana xwe got wî tu carî ji Gulen hez nekiriye û fikrên wî taswîp nekirye.
Helbet tisstê Gulen gotiye vir e, her kes zane heta 4-5 sal berê jî Gul mirîdê Gulen bû, him ji Gulen pir hez dikir û him jî parêzvanekî fikrên Gulen bû, fikrên Gulen di dema îktîdara xwe da dixst praktîkê.
Lê îro ji tirsa înkar dike.
Ahmet Hakan di quncikê xwe da îro li ser vê înakra Abdullah Gul sekinîye û ji vîdeoyek wî ya gelkî pesnê Fetulah Gulen dide ev numûneya jêr daye:
”Abdullah Gul do di beyana xwe got:

”Ji ber baweriya min ya fikrî, dînî û siyasî di tu demeke jiyana min da sempatiyeke min li hemberî serokê rêxistinê Fetulah Gulen çê nebû…”

Lê belê di vîdeoyeke xwe ya kevn da Abdullah Gul ji bo Fetulah Gulen wiha dibêje:

”Fetullah Gulen xocê me hemûyan e. Fetullah Gulen alimekî mezin yê pir hêja ye.”

Helbet pesnên Gul ji bo Gulen dane ne ev tenê ye, bi sedan numûneyên din jî hene.
Çimkî vana heta 3-4 sal berê jî wek goşt û nenûkê bûn, Fetulah Gulenê kalpazan û lîçokî xoce û mezinê AKPê yê manewî bû, yê li pişt perdê bû. Wî çi bixwesta Erdogan û Gul emrê wî tavilê bi cî dianîn.
Lê nuha ji ber nabêna Gulen û Erdogan li ser rişwet, bertîl û diziyê xera bû û Gulen û Erdogan hatin hemberî hev, lema Abdulah Gul ji tirsa Erdogan hevaltiya xwe ya bi Gulen ra înakr dike.
Hin têkilî û tiştên bi dizî dernekevin jî, lê belê gelek tişt nayên veşartin, di rojname û arşîvên medyayê û xelkê da hene.
Ya Ahmet Hakan daye tenê numûneyeke, di rojên pêş da ewê bi sedan numûneyên wiha derkevin….

Ne karê aqil e lê rast e

Ne karê aqil e lê rast e, Östersund FK ya ev 2 sal in derketiye lîga Swêd ya yekê 2-0 bera Galatasaraya 112 salî da.
Maç do(13/7-17)bû û li Stockholmê bû,
Ev netîce ji bo Galatasarayê skandal e, şermeke ewê tu carî neyê jibîrkirin.
Lê gunehê Swêdiyan bi kesî nayê û hurmeta wan ji sal malan ra, ji taximên kevn ra tuneye.
Ev îş wih aye, baweriya meriv qewî be her tişt mimkûn e.
Îro berî maçê di radyoyê da min li antrenorê ÖFK Graham Potter guhdarî kir.
Mêrik di hevpeyvîna xwe da bi rengekî pir ji xwe bawer got, ”sedîsed emê bera Galatasarayê bidin. Ez ji viya emîn im…”
Ji ber ku baweriya wî bi lîstikvanên wî hebû.
Ji ber ku biryara xwe dabûn ewê qezenc bikin.
Û bi rastî jî gotina mêrik rast derket, ÖFK ya 2 salî, GS ya 112 salî şeqizand, paşpê li kerê siwar kir û şand Tirkiyê…
Neviyên Vîkîngan zalim in, gava bixwazin meriv perîşan dikin.
Tobe tobe, yahu li dinyayê çi tiştên xerîb dibin…
Haaa, dibê hûn viya jî bizanibin, Saman Ghoddosê gola pêşî avêt ji GS yê da kurd e.
ÖFK û antrenorê mûcîzewî Graham Potter ji dil û can pîroz dikim.

XXX
Ji min ra stranekê bibêje
Ji min ra bi zimanê xwe stranekê bibêje
Li ser navê kê dibe bila bibe
Bira tenê qîrîn ya te be
Bira îsyana te birije dengê te
Bira dengê te bibe lehî û biqîre
Ji min ra tiştnan bibêje
Lê belê bira bi zimanê te be
Belkî fêm nekim tu çi dibêjî
Lê belê bira bi zimanê te be
///Yilmaz Guney
Werger Zinarê Xamo
2012-09-18



13 juli 2017

Hezkirina welêt ji îmanê ye

Gerek meriv ji erd û avên xwe, ji welatê xwe hez bike.
Gerek eşq û hezkirina welêt di dilê meriv da di ser hemû eşq û hezkirinan ra be.
Gerek tu tişt, tu dijayetî, tu îdeolojî û berjewendî, tu kursî û meqam agirê eşq û hezkirina welatê meriv di dilê meriv da sar neke, venemirîne.
Yên ji welatê xwe hez nekin nabin xwedî welat.
Meriv bi fedekariyê, bi hezkirin û xeyala dibê ez jî bibim xwedî welat û dewlet, dibe xwedî welat...
Arkeolog û antropologê fransî Gustav Le Bon gotiyê, ”civata welatperwerî pê ra tunebe di tarîxê da mahkûmî tunebûnê ye.”
Xelîl Xeyaliyê(1876-1926) gorrbehişt di nivîsa xwe ya bi navê ”Weten û îtîfaqa kurmanca” da gotiye, ”mehebeta wetenî ji îmanê ye”, yanî hezkirina welêt ji îmanê ye.
Weten, tu çi qas ezîz î, tu çi qas letîf î!
Lalezarên te ji xwîna şehîdan e.
Sinbil û rihanên te ji rindiya çavê egîtan e.
///Xelîl Xayalî



Qeyûmê hukûmetê tabeleya navê Cegerxwîn jî daxist


Qeyûmû hukûmeta AKPê yê Belediya Kayapinarê navê Merkeza Kulturî ya Cegerxwîn guhert, kir ”Merkeza Milet ya Kulturî ya 15ê Temûzê.”
Bi emrê qeyûmê huküemta AKPê, tabeleya ”Merkeza Kulturî ya Cegerxwîn” daxistin jêr û tabeleya bi navê "15 Temmuz Millet Kültür Merkezi" yanî ”Merkeza Milet ya Kulturî ya 15ê Temûzê” di dewsa wê da bi darda kirin.
Çendakî berê jî heykelê Ehmedê xanî xera kirin, nuha jî dora rakirina navê ”Cegerxwîn” e.
Bi vî şiklî ruyê xwe yê irqçî û faşîst baş nîşanî kurdan didin.
Ev gavên nîjadperest hinekî jî ji kerba referandûma serxwebûnê û serketinên PYDê ye.
Wek heyfekê ji kurdan bigrin…
Her ku serxwebûna başûr û rojava nêzîk bibe, dîktatoriya faşîst ewê tiştên wiha bike û kurdên bakur bêtir biêşîne, yanî ewê heyfa başûr û rojava ji me bigrin.
Lê ewê rojek were neviyên Ehmedê Xanî û Cegerxwîn ewê hesabê van kirinên ne mirovî ji xwediyên van kirinan bipirsin û hemû peyker û navên tirkî û tirkan yên faşîst ji Kurdistanê paqij bikin.
Feqet rûreşiya mezin li hemberî van kirinên hukûmetê yên nîjadperest û faşîzan kurdekî AKPê, kurdekî xulamê Erdogan û dewleta tirk dengê xwe nake û ji AKPê îstîfa nake.
Yanî kurdên AKPê hewqasî ji kurdayetiyê û xîretê hatine şuştin êdî tu heqareta dewletê wan aciz nake…
Ez vî risma diyarî hemû kurdên AKPê û hemû kurdên dewletê naxwazin dikim...
Gava dewleta meriv tunebe û meriv bindest be, xelk wiha tiliya xwe di çavê meriv ra dike.



Referandûma serxwebûnê dawî li demagojiyên Tirkiyê anî





Erdogan û berpirsiyarên Tirkiyê bi derewan be jî dibêjin xwedêgiravî ew dijminatiya kurdên başûr nakin.
Lê referandûma serxwebûnê dawî li vê demagojiya Erdogan û berpirsiyarên hukûmeta AKPê anî ruyê wan yê rastîn nïşanî hemü kurdan da.

Tirkiye, li Kuristana bakur dibêje ew ne li dijî kurdan, ew li dijî  ”PKKê û terora PKKê (!) ye.
Li Sûriyê jî neyartî û şerê kurdan dîsa bi vir û demagojiya ew li dijî PKKê ne dimeşîne. Dibêjin ji ber ku PYD jî beşekî PKKê ye, lema ew li dijî PYDê ne jî.
Yanî xwedêgiravî Tirkiye ne li dij e kurdên Kurdistana rojava bibin xwedî maf, ew li dijî ”dîktatoriya” (!) PYDê ne, filan û bîvan…

Helbet vireke bi boçik e, ji partiyan zêde ew naxwazin kurd bibin xwedî maf û welat.
Erdogan her dibêje ewê nehêlin ”li bakurê Sûriyê Kurdistan û dewleteke kurd ava bibe.”
Li Tirkiyê ji xwe halê kurdan perîşan e, bira dana mefekî netewî li wir bimîne, hebûna kurdan, perwerdeya bi zimanê kurdî jî nayê qebûlkirin.
Navê Kurdistanê yasax dikin.
Heykelê Ehmedê xanî hildiweşînin.
Yanî siyaseta hukûemta AKPê di praktîkê da înakra kurd û Kurdistanê ye, helandina kurda ye.
Ev vekirî ye û ev rastî êdî pir beloq e….
Lê haydê em bibêjin li Tirkiyê û li Sûriyê ji ber PKKê şerê kurdan dikin, filan û bîvan…
Baş e çima li Kurdistana başûr jî li dijî serxwebûna kurdan e?
Çima li dijî referandûma serxwebûnê ne?
Çima her roj gefan li kurdên başûr dixwin û dibêjin ”heger hûn referandûmê çêkin û serxwebûna xwe îlan bikin, hûnê bedelekî giran bidin?”
Çima li Kerkûkê li dijî hildana ala kurd in?
Ma li başûr jî PKK û PYD heye?
Ma li başûr jî PKK referandûmê çê dike û dixwaze serxwebûnê îlan bike?
Numûneya Kurdistana başûr nîşan dide dijminatiya Tirkiyê û hukûmeta AKPê ne bi partîyan ra ye, bi miletê kurd ra ye, ew dixwazin li tu beşekî Kurdistanê kurd ji bindestiyê xelas nebin û nebin xwedî dewlet.
Heta bigihîje kurdên xayin jî êdî ev rastî fêm kirine…
Dawiya derewan hat û êdî tu vir û tu demagojî nikane nêta Tirkiyê ya rastîn yanî dijminatiya hukûmeta AKPê ya bi miletê kurd ra veşêre.
Heger Tirkiye bi rastî ne li dijî miletê kurd e, ne li dijî azadbûna kurda ye, wê demê dibê li dijî serxwebûna kurdên başûr dernekeve.
Li wir ne PKK û ne jî PYD heye, li wir PDK ye, Barzanî ye.
Û ew jî xwedêgiravî bi dev dostên Tirkyê û Erdogan in.
Ma ev çawa dostî ye?



Dr. A. Qasimlo di dilê me da dijî !




28 sal berê di 13ê temûzê da serokê PDK-Îranê Dr. Ebdurehman Qasimlo û hevalên wî Dr. Fazil Resûl Ebdulah, Qadirî Azer li paytexta Awusturya li Wîyenayê ji alî qatilên rejîma meleyên Îranê ve bi qeleşî û bêbextiyeke mezin hatin qetilkirin.


Bi qetilkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî Dr. Fazil Resul Ebdulah û Qadirî Azer rejîma Îranê derbeyeke mezin li PDK-a Îranê û li tevgera kurd ya netewî ya Kurdistana rojhilat xist.


Şehadeta Dr. Ebdurehman Qasimlo ji bo tevgera kurd ya herçar perçeyên Kurdistanê jî wendakirineke pir mezin e. 


Dr. Qasimlo ji bo hemû kurdan li seranserê cîhanê nûnerekî bêemsal û yekta bû. 


Komara îslamî ya terorîst ev yek zanîbû û lema jî Dr. Qasemlo da kuştin û bi vê yekê jî darbeyeke mezin li hemû kurdan da.


Di ser şehadeta Dr.Qasimlo ra 28 sal derbas bûn, lê dewleta Awusturya hîn jî ev cînayeta hov eşkere nekiriye, qatil negirtine û ji rejima meleyên terorîst û qatil ra tiştek negotiye.


Gelê kurd Dr. Qasimlo û hemû şehîdên kurd û Kurdistanê tu carî ji bîr nake, Qasimlo û hevalên wî Dr. Fazil Resul Ebdulah û Qadirî Azer di dilê miletê kurd da şehîdên nemir in... 


Kurd di demek nêzîk da heyfa Dr. Qasemlo û bav û kalên xwe û hemû şehîdên Kurdistanê bi avakirina Kurdistaneke serbixwe ewê ji rejîma îslamî ya terorîst û ji hemû dijminên xwe bigrin...


Em zanin qatilên dijminên me pir in, ew kanin me bikujin, lê ewê tu carî nikanibin rê li ber avabûna Kurdistaneke serbixwe bigrin...


Ez şehîd Dr. Qasimlo û hevalên wî Dr. Fazil Resul Ebdulah û Qadirî Azer 
û hemû şehîdên kurd û Kurdistanê bi hurmet bibîr tînim. 

Dr. Qasemle û hevalên wî ewê tim di dilê me bijîn.
Dr. Qasimlo û hemû şehîdên Kurdistanê nemir in…
Bijî azadî û serxwebûna Kurdistanê!
Bijî dewleta kurd!
Bimre bindestî û bêdewletî !

Dinya pir biçûk bûye




Gava Erdogan, Bînalî Yildirim û Bahçelî civînên kurdan yên bi berpirsiyarên Yekîtiya Ewrûpayê ra di telewîzyonan da dibînin gelo çi difkirin, çi his dikin û jan û tîreke çawa li dilê wan radibe ?
Miheqeq Erdogan, Bînalî Yildirim û Bahçelî têkilîyên heyeta Kurdistana Federe yên dîplomatîk li Brukselê dimeşînin saet bi saet, deqe bi deqe taqîp dikin.
Ez ji mirûzê wan derdixim huzûr be kesî ra nemaye, ruyê hemûyan reş xeniqîye, mêşek ji ruyê Bînalî Yild...irim, Bahçelî û Erdogan bikeve ewê bibe 77 perçe.
Nuha dibêjin ev çi bû hat serê?
Nuha Erdogan kesereke kûr dikşîne û dibêje axxx, axxx, xwezî ewrûpiyan hewqas qîmet bidana min jî.
Xwezî min jî kanîbûya li Brukselê civînên wiha çê bikira...
Xwezî min jî bikanîbûya wek van kurdan hewqas bi rehetî bi berpirsiyarên Yekîtiya Ewrûpayê ra civîn çêkira û rismên wiha samîmî bigirta..
Axx, axxx, xwezî bi min ra jî hewqasî rûken û samîmî bûna…
Nuha Erdogan di telewîzyonan da li civînên heyeta kurd temaşe dike, raporên jê ra hatine şandin dixwîne û dibêje:
Axxx, axxx, van kurdan ez merezarî kirim.
Û ditirsim dawiya dawî Kurdistanê jî çêkin…
Ji dêlî ez wê rojê, Kurdistana serbixwe û hilbûna ala rengîn bibînim bira Xwedê teala ruhê min bigre baştir e… ”

12 juli 2017

Hûn xwe biçirînin jî Kurdistan ewê çê be !

Dogu Perînçek namerdekî neyarê kurd û Kurdistanê ye, li Tirkiyê tu kes bi qasî vî namerdî ne neyarê kurda ye.
Ji bo rê li ber azadiya kurdan û çêbûna Kurdistanê bigre li dinyayê namerdiya neke tuneye
Ji bo zirarê bide kurdan kane her bêbextiyê, her virê, namerdiyê û her bêşerefiyê bike.
A ev namerdê neyarê qewmê kurd, bi armanca meleyên Îranê yên destbixwîn li hemberî kurdan hinekî din pîj û tûj bike çûye Îranê û ji ajansa Îranê ya resmî Tasnîmê ra gotiye:
”Emerîka bi navê Kurdistanê dixwaze Îsraîleke din li herêmê ava bike. Lê belê Tirkiye û Îran ewê tu carî nehêle Kurdistan çê bibe.”
Namerd zane Îran ji Îsraîl aciz e, lema jî wek şelafekî profesyonel li gorî dilê meleyan peyivîye û Kurdistan tim şibinadiye Îsraîl, gotiye:
”Îsraîl êdî ewê 1500-2000 km ne dûr be, Îsraîl tê vir, dikin cîranê me. Şansê vê projeya Emerîk-Îsraîl tuneye. Bi navê Kurdistanê Îsraîleke duduyan qetîyen ewê çê nebe.”
Lê hûn çi bikin jî Kurdistan ewê çê bibe û wek sriyekî têkeve çavê te û hemû neyarên kurdan, kurd ewê bibin xwedî dewleta xwe.
Riya here Îranê ji dojehê/cehnimê jî derbas bibe, emê ji wê riyê herin
Perînçek li ser tevgera Gulen û hewildana darbeya 15ê Temûzê jî gotiye:
”Emerîka ji hundur Tirkiyê paqij dibe. Hêzên leşkerî yên Emerîkayê ji nava dewleta tirk û artêşa tirk paqij dibin.
Fetulah Gulen gotibû riya diçe Îranê ji nava çinetê/behiştê jî derbas bibe ezê ji wê riyê neçim. Em wek welatpewrwerên tirk dibêjin, riya dihere dostiya Îranê ji nava dojehê/cehnimê jî derbas bibe, emê ji wê riyê herin. Çimkî dostiya Îranê ji bo me pir muhîm e.”
Mêrik ajan û namerdekî profesyonel e, ji bo ku dilê meleyên Îranê xweş bike çi şelafiyê, çi derewan dike.
Hemû derdê wî Îran û medyaya Îranê neyartiya kurdan, dijayetiya referandûmê û serxwebûna kurdan bike. Ji bo wê jî şerbeta li gorî dilê Îranê daye. Şelaf û namerd wiha ne, li gorî şertan dev û post diguherin.



Heger hebûya me îtîfaqek...



Heta ku eşirtî, partîtî û îdeolojiyên sinifî û dînî di nava me kurdan ji îdeolojiya kurdperweriyê, kurdayetiyê xurttir bin yekîtiya kurdan ya ne mimkûn ya jî pir û pir zor e.
Dibê kurdperwerî yanî îdeolojiya millî, fikra, îdeolojiya rizgarkirina Kurdistanê di ser hemû îdeolojiyên din ra be, hemû îdeolojî û fikrên din yên talî bin.
Heta wiha nebe, wek seydayê Ehmedê Xanî jî gotiye kurd ewê daîm ”bi temerrud û şîqaq ” bin, ji her serokî, ji her partiyê, ji her nivîskarî ewê de...ngekî cihê derkeve...
Lema jî ji bo temerrud û şîqaq ji nava me rabe dibê em fikir û îdeolojiya netewî di ser hemû îdeolojiyan ra bigrin.
Ancax bi vê riyê, bi vê fikirê û îdeolojiyê em kanin dawî bidin bêtifaqiyê û yekîtiya xwe ya netewî ava bikin.
Û gava yekîtî çê bibe rizgarkirina Kurdistanê û çêkirina dewletê jî rehettir dibe.
Yanî berî her tişî tifaq û yekîtî lazim e, heta ew nebe serketina me pir û pir zor e.
Ji xwe hemû miletên rizgar bûne jî wer kirine, yanî berê dûzanek dane hundurê mala xwe.
Mesela Arnawitan piştî yekîtiya xwe çêkirin kanîbûn ji bindestiya osmaniyan xelas bibin.
Gerek em kurd jî ji serpêhatî û micadeleyên miletên din dersê bigrin.
Fermo li sr yekîtiyê guh bidin gazî û hawara seydayê Ehmedê Xanî...
Ger dê hebûya me îttîfaqek
Vêk ra bikira me înqiyadek
Rûm û ereb û ecem temamî
Hemiyan ji me ra dikir xulamî
Ger dê hebûya me padîşahek.
Layiq bidiya xudê kulahek.
Hasil bibûya ji bo wî tacek.
Elbet dibû ji me rewacek.
Xemxwarî dikir li me yetîman.
Tînane derê ji destê leîman.
Xalib nedibû li ser me ev Rom.
Nedibûne xirabeyê destê bûm.
Ger dê hebûya me serfirazek.
Sahib keremek suxen newazek.
Naqdê me dibû bi sike meskûk.
Nedima wiha bê rawac û meşkûk.
Neqdê me mebêje kêmbiha ye.
Bê sikkeyê şahê şehrewa ye.
Ger dê bibûya bi zerb-i menqûş.
Nedima wiha bêrewac û mexşûş.
///Ehmedê Xanî

11 juli 2017

Çawa dibe bi milyonan însan dibin heval û heyranê neyarê qewmê xwe?




Hin nuansên biçûk di nabêna wan da hebin jî bêguman di netîceyê da hemû serokwezîr û serokkomarên Tirkiyê yên heta nuha hatine û çûne neyarên kurdan bûne û xwestine kurdan bihelîn û bi demê ra bikin.
Evy ek siyaset û îdeolojiya dewletê ya resmî ye.
Lê belê tu serokekî tirk bi qasî Recep Tayyip Erdogan neyartiya kurdan nekir. Erdogan him bi fikirê xwe û him jî bi zikir û kirinên xwe yên konkret hemû serokên tirk derbas kir, sola hemû serokên tirk di teqayê ra avêt.
Roja li dijî kurdan kîn û nefretê, jahriyê venerişe tuneye, her roj miheqeq li dijî kurdan beyanek wî heye.
Û mêrik ne tenê dijminatiya kurdên Kurdisana bakur, kurdên êsîrên Tirkiyê dike, bi qasî dijminatiya kurdên bakur, dijminatiya kurdên başûr û kurdên rojaava jî dike.
Bi qasî li dijî azadiya kurdên bakur e, hewqasî jî li dijî azadî û serxwebûna kurdên rojava û kurdên başûr e jî.
Ji kurdên başûr dibêje heger hûn referandûmê çêkin û serxwebûna xwe îlan bikin hûnê bedelekî giran bidin.
Qebûl nake kurd li Kerkûkê ala xwe hildin, ji kurdan ra dibêje ”wê potika xwe daxin, y ana hûnê poşman bibin!”
Her roj gefan li PYDê û kurdên rojava dixwe. Her roj Kurdistana rojava bi îşxalê tehdît dike.
Leşkerên tirk her roj gundên Efrînê û herêmên din topbaran dikin û cend siwîlan dikujin.
Bi kurtî roja leşkerên tirk bi topbaranên xwe kurdên rojava terorîze nekin û çend siwîlan nekujin û birîndar nekin tuneye.
Lê li gel jî heta nuha yek kurdekî endamê AKPê, yek parlamenter û wezîrekî  kurd yê AKPê, ne zêde, hema bira yek tenê be jî li hemberî vê êrîşkariya hukûmeta AKPê û Erdogan ranebû û ji AKPê îstîfa nekir.
AKPê di hilbijartinên 7ê hezîrana 2015a da  li Kurdistanê zêdeyî 3 milyon ray girt.
Ji van 3 milyon kurdên ray dan AKPê û bi sedan parlamenter, wezîr û serokên belediyan heta nuha yek kes li hemberî vê siyaseta Erdogan ya antî-kurd ranebû û ji Erdogan ra negot ”lawo tu ji kurdan çi dixwazî, êdî bes e ji te ra ” û ji AKPê îstîfa nekir.
Li hemberî zulmeke hewqasî mezin û neyartiyeke hewqasî irqçî û faşîzan ya li hemberî kurdan, ji nava 3 milyon însan derneketina kurdekî bi xîret, kurdekî welatparêz û xwedî ûjdan rûreşiyeke nedîtî ye û min matmayî dihêle…
Hewqas însan li hemberî êş û jana gelê xwe, li hemberï terora dewletê ya hovane çawa kanin bêûjdan û bêmerhamet bin?
Çawa dibe ji nava 3 milyon însan yek kesê vê siyaseta Erdogan ya pan-turkîst û antî-kurd rexne bike dernakeve?
Ev çi îdeolojî ye hewqas kurd kirine hevalên neyar û dijminên qewmê xwe dibê sosyolog li bersîva wê bigerin….

10 juli 2017

Dawiya dawî tirk jî bûn xwedî îcad

Ayran, yanî dew, îcada tirkan ya tik û tenê...
Tirkekî gotiye li gel ku em tirk xwediyê fantaziyên pir mezin in, li gel ku em gelek pesn û fortan didin xwe û pişika xwe dinepixînin û dibêjin em û ne kesekî din, lê dîsa jî here were me tenê ”av tevî mêst kiriye û ”ayran” îcad kiriye, yanî dew îcad kiriye…
Yanî îcada tirkan tenê ”ayran” e, yanî dew e…
Lê bi navê îlahî hema we dew jî îcad nekiriye, ev îcada we jî derew e.
We ew ”îcada” xwe jî ji kurdan diziye.
Dewê kurdan meşhûr e.
Lê kurd wek we avê tevî mêst nakin û dewê sexte çê nakin.
Kurd mêst dikiyên, rûn jê digrin û yê mayî jî dibe dew.
Ji berbanga sibê heta roj bejnekê hiltê, dewkil bi saetan dew dikiyên, xwîdanê vedimalin heta ku satilek, du satil dew çêkin.
Lê hûn tirk hema avê tevî mêst dikin û dikin ”ayran.”
Yanî nav yek be jî qalîte ne yek e, ”ayranê” we şujuya dewê me ye, însan venaxwe, em didin kahr û berxan û heywîn….
Gava av tevî mas bibe kurd nabêjin dew, dibêjin çeqilmast. Lê tirk dew û çeqilmas ji hev nagerînin, ew ji çeqilmast ra dibêjin dew.
Tirk hîn hewqasî bi pêş neketine dew û çeqilmast ji hev cihê bikin. Ji bo vê hinek medenîyet lazim e…J)




Welatên Ewrûpayê êdî wîzeyê nadin wezîrên hukûmeta AKPê


Wezîrê aboriyê yê Tirkiyê Nîhat Zeybekçî xwest here Awusturya beşdarî civîn û çalakiyên 15ê Temûzê bibe, lê belê Awusturyayê destûr neda hatina Nîhat Zeybekçî…
Li gorî xebera aajansa Reutersê, berdevkê wezareta karên derve yê Awusturyayê ji radyoya ORFê ra gotiye:
 ”Ez kanim teyid bikim wezîrê karên derve yê Awusturyayê Sebastian Kurz, destûr neda wezîrê aborî yê Tirkiyê Nîhat Zeybekçî were Awusturyayê.”
Çend roj berê jî Hollandayê destûr neda cîgirê serokwezîr Tugrûl Turkeş roja sêşemiyê li bajarê Apelddoonê beşdarî civîna yeksaliya 15ê Temûzê bibe.
Almanyayê jî eynî tişt anî serê Erdogan.
Erdogan piştî civîna G20 ya li Hamburgê xwest li çend deran beşdarî civînên bîranîna yeksaliya 15ê Temûzê bibe û di civînan da bipeyive.
Lê belê Almanyayê qebûl nekir Erdogan bêyî zîrveya G20ê beşdarî tu civîn û çalakiyan bibe.
Li gorî medyaya tirk dinivîse Erdogan xwestiye here konsolosxaneya Tirkiyê ya Hamburgê, lê belê Almanyayê ew jî qebûl nekiriye.
Lema jî Erdogan heta dawiya civîna G20 wer li otêla xwe hefs ma, nehîştine here derekê û bipeyive.
Li ser vê muamela Almanya ya gelkî ne xweş, Erdogan tevî rismê malbatî yê G20ê jî nebû û piştî civîna G20ê bi lez  vegeriya Tirkiyê.
Almanyayê di vegerê da ji bo Erdogan merasimeke resmî jî çênekir.
Wek tê dîtin welatên Ewrûpayê êdî nahêlin wezîr, parlamenter û zilamên AKPê werin welatên wan û di nava tirkan da propaganda nîjadperestiyê û irqçîtiyê bikin û kîn û nefretê enjekteyî mejuyê tirkan bikin.
Ji bo îktîdarekê ev rewş bêguman skandaleke mezin e, rezalet e.
Ewrûpa êdî muamela kesên krîmînel bi berpirsiyarên hukûmeta AKPê ra dike, ev yek gelkî vekirî ye.
Gava wezîrek nikanibe here welatekî Ewrûpayê, gava serokkoamrek nikanibe li Almanya bigere, nikanibe here konsolosxaneya xwe, ma heqareteke ji viya mezintir heye?
Ev tê wê manê ewrûpî êdî parlamneter û wezîrên hukûmeta AKPê krîmînel û wek merivên bi zirar, merivên nayên xwestin dibîne. Kes naxwaze berpirsiyarekî hukûmeta AKPê li welatê xwe bibîne….
Erdogan ji vê muamela Almanyayê wiha gazin kiriye:
”Tehamul nekirin ez civînan çêkim. Yên destûr nedan serokkomarê Tirkiyê li Almanyayê bipeyive, bira li qusûrê nenêrin, nikanin qala azadiyan bikin. Ev yek ewê wek bûmerengê vegere, li wan xe. Civîna salonê bidin aliyekî, nehîştin ez bi telekonferansê silavekê bidim hemwelatiyên xwe…”

09 juli 2017

Bi giranbûna şertan ra şelaf jî zêde dibin

Hin bûyer, hin şert û dewran kî çi mal e, çend eyar e, camêr e ya jî merivekî pir rezîl e derdixe ortê.
Di van çend salên dawî da bi xerabûna rewşê ra, bi devguhertina hukûmetê ra gelek kesên berê xwe wek kurdên welatparêz, wek merivên demokrat difrotin der û dora xwe, kelekekê kurmî, zilamên dewletê derketin.
Ji van kesan yek jî Mamut Ovurê rojnaevan e.
Mahmut Ovur kurdekî qersî ye, berî 1980î di nava tevgera kurd ya welatparêz da bû. Merivekî li dijî kolonyalîzmê bû, hevalê kesên serxwebûna kurd û Kurdistanê diparast.
Lê dû ra gav bi gav dev ji kurdayetiyê û kurdperweriyê berda û hêdî hêdî bû merivekî dewletê yê sadiq.
Û di van demên dawî da jî tam bûye çaqokêş û sîlahşorekî  har û tirkçî yê dewletê û Erdogan.
A vî kurtêlxur û çaqokêşê Erdogan û dewletê îro di quncikê xwe yê rojnameya Sabahê da(Sabah li Tirkiyê yek ji rojanameyên herî bêtir neyartiya kurdan dike) nivîseke ji serî heta dawî bêbextî, vir û antî-kurd dike nivîsîye.
Nivîsa bi navê ”Fetullahçilar ve Apocular” yanî ”Fetulahçî û Apocî” nivîseke ji serî heta dawî tije vir, bêbextî û neyartiya kurda ye.
Li gorî Mahmut Ovur, PKK rêxistineke terorîst e û ew û tevgera Gulen mitefikên hev in.
Û lema jî ne tesadufe ev herdu rêxistinên terorîst yên mitefikên hev li hemberî Erdogan û AKPê piştgiriyê bidin Kiliçdaroglu û mitînga CHPê ya Edaletê.
Ovur dibêje ev herdu rêxistin(PKK û Cimeta Gulen)ji alî hêzên, dewletên neyarên Tirkiyê ve, ”yek ji alî Rojava ve û ya din jî ji alî Rojhilat ve tê îdarekirin.”
Û PKK û FETO  li ser daxwaza ”hêzên global dixwazin Tirkiyê bigrin mengenê.”
Ovur, ji bo ku karê xwe wenda neke û îşek neyê serî heta jê hatiye ji Erdogan ra şalûzî kiriye û PKK jî tevî hewildana ”Darbeya 15ê Temûzê kiriye, gotiye ”FETO di Darbeya 15ê Temûzê da roleke pir mezin da PKKê.”
Yanî tiliya PKKê jî di hewildana Darbeya 15ê Temûzê da heye…
Erdogan bi xwe heta nuha tiştekî wiha negotiye, lê ev kurtêlxurê bêbext PKKê jî dike şirîkê darbê.
Û dîsa li gorî vî şeqleban û hestîkojê Erdogan, him PKK û him jî FETO di himêza Emerîka da ne û li ser daxwaza Emerîka destegê didin meşa CHPê.
Yanî ev hestîkoj û şelafê ber deriyê Erdogan protestoya CHPê jî wek organîzasyoneke Emerîka ya li hemberî Tirkiyê û Erdogan dibîne û HDPê jî dike piyonê Emerîkayê.
Vê bêbextiyê û bêexlaqiyê dike çimkî zane şelafiyên wiha îro li Tirkiyê pere dike, bi şeqlebaniyên wiha kane ji Erdogan eferimekê bigre…

Li ser peyva ”geşt” û ”geştiyar”



Piştî nivîsa min ya berî vê ya li ser gotina "geştyar" û hin dîtinên dost û hevalan yên li ser vê gotnê, ez di ferhengan da li koka gotina ”geşt”ê û "geştyariyê"  ya etîmolojîk geriyam.
Min xwest bizanibim ”geşt” û geştiyar” bi kîjan zimanî ye û tê çi maneyê.
Gelo bi rastî tê maneya "turîst" ya na?
Di lûgata ansîklopedîk ya Osmanî-Tirkî ya Ferît Develioglu da dibêje gotina ”geşt” farisî ye û maneya ”geşt”ê jî wiha tarîf dike:
”Geşt”, gerr, seyrkirin, temaşekirin.
”Geşt û guzar, gerr û kêfkirin.
”Geşte”, gerrok, kesê geriyaya û dîtiye.
Bergeşte, serûbin bûyî.
”Sergeşte”, sergêjbûyî, serxweş.
Ev numûneyên jor jî nîşan didin ”geşt” û ”geştiyar” ne bi kurdî ye, farisî ye.
Çimkî bêyî ”geşta” di maneya parsê da tu gotineke din, nav û sifetekî, fîilekê koka wê  ”geşt” be tuneye.
Geşkirin heye, lê ew jî maneyeke din e, tê maneya şênkirinê, gurrkirinê…
Lê belê ev nayê wê maneyê heger ”geştyar” farisî be emê bi kar neynin.
Bêguman ez tiştekî wiha nabêjim, helbet em kanin bi kar bînin. Turîst jî ne bi kurmancî ye.
Ez ne li dijî gotinên biyanî(xerîb) û li dû gotinê xurrî kurdî me.
Tiştê min dixwest bizanibim gelo gotina ”geştiyar” di maneya turîst da rast e ya na?
Diyar bû di farisî da ”geştiyar” tê maneya turîst.
Ji bo min mesele zelal bû.
Êdî kî dibêje turîst û kî dibêje ”geştyar” bi kêfa xwe ye.
Lê wek min got, li gorî lûgata Ferît Develîoglu ”geşt” û ”geştyar” bi farisî ye…
Dîsa li gorî ferhenga Tirkî-Farisî ya ”Elhan Kîtabevî”, faris bi xwe ”geştiyar” di maneya turîst da bikar naynin, ji dêlî ”geştyar” dibêjin ”turîst, seyah” û ”cîhangerd”.
Ev agahiy ferhengê çiqasî rast e ez nizanim, hevalên bi farisî zanin, kurdên Kurdistana rojhilata baştir zanin faris ji turîstan ra dibêjin ”turîst ya jî ”geştyar…”



XXX
Medyaya başûr û kurdên başûr gotina ”geştiyar” di dewsa turîst, seyah da bi kar tînin.
Koka vê gotinê çi ye? "geşt” çawa dibe turîzim, turîst çawa dibe ”geştiyar ez nizanim.
Dunya alem dibêje tursît, çima emê navekî îcad bikin?
Ya din li Wêranşarê maneya ”geştê” pars e, parskirin e. Gava qereçî li malan digeriyan, ji kebaniya malê ra digotin ka ”geşta” min, yanî tiştekî, xwarinekê bide min.
Lê ”geşta” li Wêranarê pars e, li Kurdistana başûr bûye turîst û turîzim.
Alimek, zimanzanek xêra xwe vê yekê îzah bike ewê baş be. ”geşta” li ba me tê maneya parsê, li başûrê Kurdistanê çawa bûye turîst û turîzim?

08 juli 2017

Meclîsa Tirkiyê gotina "Kurdistanê" yasax kir

Di meclîsa tirk da êdî gotina ”Kurdistanê yasax e, kî bibêje ”Kurdistan” ewê cezayê pera lê were birrîn…
Êdî di meclîsa tirk da navê Kurdistanê yasax e, parlamenterê, wezîrê bibêje ”Kurdistan” ewê cezayê pera lê were birrîn.
AKPê û MHPê destûra Meclîsê ya Hundur guhertin û li gorî destûra nuh, bikaranîna navê Kurdistanê yasax e; parlamenterê di axaftina xwe da navê Kurdistanê bi kar bîne ewê bi pera were cezakirin, yanî cezayê pera lê were birrîn…
Li gorî xebera Selda Guneysu ya di rojnameya Cumhuriyetê da ji nuha û pê da parlamenter di axaftinên xwe yên meclîsê da ewê nikanibin gotina ”Kuristanê” û ”paytexta Kurdistanê Amedê” bi kar bînin.
Parlamenterê di axaftina xwe da navê Kurdistanê bi kar bîne ewê cezayê pera lê were birîn.
Lê di xeberê da nehatiye gotin ji bo her cara bikaranîna navê Kurdistanê ewê çiqas ceza li xwediyê axaftinê bibirin.
Tirkiye bi saya koalîsyona AKPê û MHPê û Erdogan û Bahçelî vegeriya salên 1930-1950î.
Di wan salan da dewletê li bajaran li her kurdê bi kurdî bipeyiviya, serê gotinê ceza lê dibirî.
Rejîma Erdogan-Bahçelî jî eynî sîstemê sîstema irqçî û faşîst bi paş da anî…
Li hemû kurdên xulamên AKPê û dewleta tirk pîroz be, çavê wan ronîbe…

Dinya şerê Daîşê dike Tirkiye jî şerê kurdan

Emerîkayê, Rûsyayê, kurdan, koalîsyona navdewletî li Îraqê û li Sûriyê xwe konsantireyî şerê li hemberî Daîşê û çeteyên îslamî kirine û Tirkiye jî şerê YPGê û kurdan dike.
Tirkiye ev demeke bi hezaran leşker û sîlehên giran li ser sînorê Efrînê top kirine ji bo ku êrîşî YPGê û kurdan bike.
Artêşa tirk her roj Efrînê topbaran dike, zarokên kurd dikuje. gundên kurdan wêran dikin.
Bi kurtî bi şev û roj kurdan terorîze dikin. Û ji sefereke hîn mezin ya ser Efrînê ji Emerîka û Rûsyayê destûrê dixwazin.
Ev bûyer tenê nîşan dide Tirkiye mitefikê Daîşê û neyarê kurda ye.
Heger Tirkiye bi rastî li dijî Daîşê bûya ewê îro ne êrîşê Efrînê û YPGê û kurdan bikira, ewê bajota ser Daîşê.
Lê Tirkiye îro eksê vê dike, ji dêlî şerê Daîşê bike, şerê YPGê û kurdan dike, bela xwe di kurdn dide, dibêje ezê nehêlim kurd Kurdistanê ava bikin.
Tirkiyê ne îro tenê, tu carî bi rastî şerê Daîşê nekiriye û nake, çimkî ew li pişt Daîşê ye.
Lema jî dijminê Tirkiyê ne Daîş û çeeyên îslamî ne, YPGê ye, kurd in.
Tirkiye ne li dijî dewleta îslamî ye, lê li dijî dewleta kurd e, li dijî avabûna Kurdistanê ye. Ûerdogan û berpirsiyarên tirk vê yekê her toj dubare dikin.

PARVE BIKE