04 maj 2015

Ez van gotinên Tirşikê nadim bi hemû malê dinê

Nuha piştî xwendina hevpeyvîna Îbrahîm Xelîl Baran ya bi birayê xwe Emer Faruk Baran ra min jî berê xwe da malpera tirşikê û min xwest carê bala xwe bidimê hela ka tirşika me di çi halî da ye.
Ya rast ev du sal in min riya xwe pê nexistibû. Ne ji ber xemsariyê, min ji bîr kiribû. Ji ber ku serê min pir meşxûl e û ez tiştan zû ji bîr dikim.
Di ”tirşikê” da ez li navê xwe geriyam. Di heqê min da berpirsiyarê ”tirşikê” ya jî camêrekî ev çend rêzên jêrîn nivîsîye. Wek însan û nivîskar ez pê pir kêfxweş û serbilind bûm. Ev çend gotinên ”tirşikê” ji bo min bergendî malê dinyayê ye.
Lê di nivîsê da hinek şaşî hene. Şaşiya herî mezin nivîskar ez kirime jin, gotiye ”nivîskareke kurd e…”
Min xwest vê şaşiyê rast bikim, lê min kir nekir nebû. Ez ji nuh ve bûm endam jî qebûl nekir. Dibe ku ji bo qebûlkirinê hinek wexta lazim e. Ez nizanim meriv çawa dikevê û çawa nivîsan lê bar dike…
Nivîsa di ”tirşikê” da ya li ser min. Min piçekî rast kir.
”1. Nivîskarekî kurdê kurdistanî ye.. Li ser facebook û twitter û bloga wî ya şexsî ev du sal in ez wî dişopînim û nivîsên wî dixwînim. Min hîn peyveke derî kurdî jê nexwendiye. Di nivîsên xwe de zimanekî sivik û sade ku kurdek ketûbir û ji rêzê yê nexwende jî bihêsanî dikare jê fêm bike bikar tîne.. Yek ji nivîskarên ku bi nîr û qeyd û zincîrên xwe yên bindestiyê hesiyayî ye.. Di nivîsên xwe de ji pencere û perspektîveka kurdistanî bûyer û rûdanên li dora kurdistanê dicirin û diqewimin şirove dike..
Îro berî nîv seetekê keremî tirşikê jî kiriy û bi peyamekê be jî xwêya xwe li tirşikê kiriye. Bi xêr hatiye…”

XXX
Ji alimekî bi nav û deng pirsîn:
-Mamoste, hinek hene zêde dipeyivin, gotinê pir dirêj dikin. Ji bo ku vana kin bibrin tu dibê meriv çi bike?
-Alim got:
-Li kesên zêde dirêj dikin kin guhdarî bikin.
Li Tirkiyê kesê dirêj neke, kin bibire di reqlaman da jî tuneye. Bi îhtîmaleke mezin li Tirkiyê roj û şev ne 24 saet in.

XXX
Bi dîtina min piraniya kurdan zewaceke bêdil dikin û di zanîngehan da jî beşên bêdilên xwe dixwînin.
Loma jî evîn li ba kurdan kesad e û ilim jî bi pêş nakeve. Çimkî di herduyan da jî evîn kêm e, herdu jî bi dil û can nehatine hilbijartin.

XXX
Xwezî hin şair nemir bûna, ji bo ku însanan tim li peyvên xweş guhdarî bikira. Li ser şiîrê çend gotinên nemir.
Şiîr, di nava sinetên bedew(xweşik) da sinetê herî serdest û herî zor e.
///Hegl
Siîr, dînê gotinan e.
///Mallarmê
Siîr, xewnên zekayên mezin in
///Lamartine
Şiîra bê ilim dişibe dîwarê bêxerc û bêhesab…
///Fuzûlî



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE