22 februari 2008

Tirk li bela xwe digerin

Bi êrîşa artêşa tirk ya do careke din eşkere bû ku tirk bi rehetî dev ji kurdan bernadin. Û heta zorê û bivikê nebînin jî ewê tu carî vê siyaseta xwe neguherînin û bela xwe ji kurdan venekin.
Bi heyran û qurbanê, bi rica û li bergerê tirk biaqil nabin û li hember kurdan dev ji vê siyaseta xwe ya dijminana û êrîşkar bernadin.
Dibê carê tirk û kurd deqên xwe li hev xin û saxtiya hev bikin. Hetaku serê tirkan li kevir nekeve û wek gelek carên dîrokê mejuyên wan di çavê wan ra neyê aqilê wan nayê serî. Çimkî tirkan xwe gelkî angajeyî şer û serkeftina bi şer kiriye.
Li gor wan ji bo ku li bakur tu mafî nedin kurdan û deshilata kurdên başûr jî ji navê rakin tenê riyeke heye, ew jî şer e.
Seddam jî wiha difikirî, lê dawiya wî bû sêdar.
Tiştek pir eşkere ye, tirkan ne ji dîroka xwe û ne jî ji yên cîranên xwe tu ders û tecrûbe negirtine.
Heger girtibûna ewê di şer da hewqas israr nekirana.
Her çiqas ji sala 1983-an û vir da li hember PKK-ê 24 operasyonên bi vî rengî kiribin jî lê ji bo wan têr nake, dibê cara 25-an jî xwe biceribînin.
Diyar e, heta ku Emerîka ji wan ra nebêje ”STOP”!, ewê vê karta xwe ya dawî jî bi kar bînin. Yanî careke din jî bi PKK-ê û kurdên başûr ra têkevin şer.
Pêşiyên tirkan gotine, pêlewanê têkçûyî ji gulaşê têr nabe.
Ya jî wek kurd dibêjin, dema ecela kûçik were nanê şivên dixwe.
Bi kurtî bombebrankirina çar piran îşareta şerekî dûr û dirêj e. Dibê di her warî da kurd xwe amadeyî vî şerî bikin. Ji ber ku nebûne şer bi daxwaza kurdan tenê nabe, dibê tirk jî nexwazin. Lê tirk îro şer dixwazin û tenê ji zimanê zorê fêm dikin.
Cîhan nuha di lehê tirkan da xuya ye, lê dema şer dirêj bibe û tirk zirarên mezin bidin xelkên sivîl ya jî nexwazin derkevin rewş ewê were guhertin.
Li gor kurdên başûr, tirk di warê leşkerî da xwe pir xurt dibînin.
Ji milyonekî zêdetir(1,043,550)leşkerên tirk yên di bin silehê da hene.
Bi dehhezaran tank, top, helîkopter, balafirên şer û çekên wan yên giran hene. Tirk bi vê hêza xwe hinekî stûr bûne û dixwazin serkutiyê li kurdan bikin.
Lê ew ji bîr dikink u ew neheq û kurd bi heq in, ew zalim û kurd jî mezlûm in. Ev jî xurtiya kurdan e.
Li gor îdîaya serokerkaniya Tirkiyê, operasyona artêşa tirk ya bejayiyê ya nav axa Kurdistana azad do bi şev saet di 19-an da destpêkiriye.
Heger ne derew be, Tirkiye bi 10 general û 10 hezar leşkerî vê operasyonê dimeşîne. Ev hejmar dikane propagandeya wan be. Lê bi hin hêzan ketine nava axa Kurdistanê.
Esas vî çelê zivistanê ji bo vê êrîşê tu sebebekî berbiçav tuneye. Ev serê du mehan e ku PKK-ê ne êrîş biriye ser artêşa tirk û ne jî li tu derê çalakiyeke leşkerî kiriye.
Loma jî meriv fêm nake, ev operasyon ji bo çi hat kirin?
Bi îhtîmaleke mezin piştî ku Emerîka destûr da hukûmeta AKP-ê xwest bi vê êrîşî qurretiyekê bike û nîşan bide ku dikanin li kurdan xin. Ji ber ku kuştina kurdan ji tirkan pîvan û îspata mêraniya wan e. Dibê carê nîşanî cîhanê û gelê xwe bidin ku ew dikanin bi kurdan. Yanî ”êrîşeke” ji bo tatmîn û xapandina gelê tirk e.
Erdogan dibêje, wan agahî daye welatên têkildar, YE û Emerîkayê. Berî ”operasyonê” Erdogan bi Bush ra peyivîye û ew ji ”operasyonê agahdar kirye.
Helbet hûnê telefonî Bush bikin û destûrê jê bigrin, bêyî destûra Bush ji hedê we û bavê we zêde bû ku we êrîşî kurdan bikira. Heger Emerîka destê xwe li pişta we nexista û destûr neda we, we nikanîbû yek gulle jî berra kurdan bida. Hûn bi destûr û piştgiriya Emerîka vê ”mêraniyê” li serê me dikin.
Kurd vê yekê dibînin.
Dema sibe Emerîka hevsarê we rakişîne hûnê kor poşman, kortika hustuyê xwe bixurînin û paşda vegerin.
Kî dizane, belkî bi rastî jî ”musîbetek ji hezar nesîhetê çêtir be”! Ev şer bibe dawiya zilma tirkan.
Pir ne dûr e ku tiştê hat serê Seddam û Mîlosevîc were serê tirkan jî.
Çimkî yê tim belayê bigre, zû dereng ewê rojekê li bela xwe rast were.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE