11 oktober 2007

Tirkan ez kirim Eloyê Xemxur

Ji min ra bû derd, qet şevekê jî tirkan nehîştiye ez bê derd, bê kul, bê qahr, bi kêf û şadî pariyek nan bixwim û rehet razêm.

Ez kîjan kanala telewîzyonê vedikim li kurdan zilm û heqaret e, girtin e, îşkence ye, xwîn e, belengazî û hejarî ye û teroreke nedîtî li ser civata kurd e.

Li rojnameyên tirkan dinêrim heyhawar, ew ji telewîzyonan jî xerabtir in!

Li telewîzyon û malperên kurdan dinêrim ew jî dilê min honik û derdê min sivik nakin. Tiştê ez di wan da dibînim tew dibe qembûrê ser zembûr, kul û derdê min pirtir dibin.

Ez dixwazim henekekê bikim, ji we ra qala tiştekî xweş bikim. Lê ev bêbavên tirkan nahêlin. Dinya li me kurdan kirine zindan.

Ez nizanim ez çi bikim?

Ez bûme Eloyê Xemxur!

Loma jî ji mecbûrî ezê di vê nivîsa xwe da jî dîsa qala derd û kulan, qala zilm û zora tirkan bikim.

Wek dihat payin Meclîsa Nûneran ya Emerîkayê biryara derbarê qetlîama êrmeniyan da qebûl kir. Serokkomar Gul û Serokwezîr Erddogan xwe gelkî aciz kirin û mesajên pir sert dan Emerîkayê. Hercî raksiyonên civat û medyaya tirk e ji xwe tê zanîn; dîsa kirin qîjewîj, gelek fort dan xwe û gelek gefên vala li Emerîka xwarin.

Şertê tirkan yê neîşxalkirina Kurdistana Federe yek jê qebûlnebûna vê biryara qetlîama êrmeniyan bû. Bi vê gava pêşîn ya Meclîsa Nûneran diyar bû ku ne tehdîdîn tirkan û ne jî xebatên cuhûyan yên li dijî pêşniyarê zêde pere nekiriye. Tiştê balkêş, cuhûyan jî bi qasî tirkan ji bo qebûlnebûna pêşniyarê xebat kirn. Lê pere nekir. helbet ev biryar hîn nebûye qerar, di dawaiya salê da ewê bibe qerar. Yanî li pêşiyê hîn çend merheleyên din hene, dibê wan jî derbas bike.

Dewleta tirk li hember Emerîka pir perîşan û rezîl bûye. Xwe tûj û dîno mîno dikin pere nake, blofan dikin pere nake. Nizanin çi bikin.

Lê heyfa kurdên başûr û Emerîka ji kurdên xwe digrin. Zilmeke pir mezin li kurdan dikin. Her roj davêjin ser buroyên DTP-ê, qefle bi qefle endamên wan digrin, azar û eziyeteke nedîtî didin wan. Ew jî têr nake, behaneyekê dibînin, diçin serokên belediyan digrin, dixin hefsan.

Li kolanan gav û seetê êrîşê dibin ser kurdan û li vir û li wir însanan lînc dikin.

Di meclîsê da, di medyayê yê da heqaretên mezin li parlamenterên kurd dikin, wan rencîde dikin. Serokwezîr eşkere dibêje heger hûn ji PKK-ê ra nebêjin “terorîst” ciyê we li vir tuneye. Û gelek tehdîdên din.

Yanî bi kurtî îro li Tirkiyê û li Kurdistanê ji bal dewleta tirk va teroreke mezin li hember kurdan tê meşandin. Û serkêşiya vê terorê jî hukûmeta AKP-ê dike. Di hilbijartinên giştî da gelek kurdên siyasî ji bo piştgiriya bi hukûmeta AKP-ê ra gelek terorî çêdikirin û dixwestin ku kurd rayên xwe bidin wan. Kurdan rayên xwe dan wan. Lê netîce?

Netîce li ortê ye. Hukûmet di siyaseta li hember kurdan da ji emrê leşkeran dernakeve. Leşker çi dixwazin hukûmet tavilê emrê wan bi cîh tîne.

Înternet jî li kurdan yasax dibe

Di 23-ê meha pêş me da di derbarê “sûcên înternetê” da qanûnek derdikeve. Li gor vê qanûnê Tirkiye ewê ne tenê malperên kurdan yên li Tirkiyê, yên li dervayî sînorên Tirkiyê weşanê dikin jî xera bike. Yanî ewê nehêlin ku însan ji Tirkiyê malperên kurdên derva bixwînin û pê ra têkevin têkiliyê. Ev qanûn di 23-ê meha yanzdan da ewê derbasî praktîkê bibe.

Esas AKP bi van kirinên xwe li hember kurdan durûtiyê nake. Erdogan di propagandeyên xwe yên hilbijartinan da li nava çavên kurdan mêze dikir û bi dengekî herî bilind digot hûnê bibêjin:
-Yek dewlet, yek al û yek milet!

Û niha jî ji bo ku me bikin tirk çi ji destên wan tê wiya dikin. Loma jî dibê tu gazineke me kurdan ji Erdogan û AKP-ê tunebe. Hin kurdan bela sûc û bela sebeb hêviyeke ne mimkûn ji AKP-ê dikirin. Û bi vê hêviya bê bingeh him xwe û him jî gelê xwe dixapandin. A dibê ew kes îro bersîva van kirin û êrîşên AKP-ê bidin.

Cêjna we pîroz be!

Sibe Cêjna Remezanê ye. Cêjna we hemû dost, heval, xwendevan û hemû kurdan ji dil û can pîroz dikim. Bi hêviya ku cêjnên pêşerojê bê derd û kul bin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE