06 oktober 2007

Tirk bi şivên ra digrîn bi gur ra goşt dixwin!

Di sala 1979 an de Ayetullah Xomeynî ji hemû Muslumanên çîhanê xwest ku ew her sal roja îniya dawî ya meha Remezanê bikin roja azadkirina Qudsê û rakirina dewleta Îsraîl ji cîhanê. Piştî vê beyana Xumeynî, her sal di serî da Îran, li gelek welatên musilman di vê rojê da li dijî cihûyan û Îsraîlê gelek protesto tên çêkrin.

Tirkan jî bi vê munasebetê do(5/10) li Stenbolê, li Mizgefta Fatîhê bi beşdarbûna gelek rêxistinên îslamî û çep meşek mezin çêkrin. Di meşê da li dijî dewleta Îsraîl û cihûyan gelek slogan avêtin. Wek ku ew dijminên Îsraîl bin.

Lê ya balkêş di eynî rojê da derket ortê ku Erdogan du roj berê telefonî Serokkomarê Îsraîlê Şîman Peres kiriye û ji bo ku ”Pêşniyara Qetlîama Êrmeniyan” di 10-ê oktobirê da di Kongreya Emerîka da neyê qebûlkirin jê alîkarî xwestiye. Û Şîmon Peres jî wek her tim soza alîkariyê dayê dewleta tirk û Erdoganê îslamîst.

Yanî mêrikan him emrê Xumeynî bi cîh tînin û meşên qelandina cihûyan û dewleta Îsraîl li dar dixin û him jî ji dewleta Îsraîlê alîkariyê dixwazin. Û digrin jî.
Belê, li alîkî dibêjin ”bimre Îsraîl” û li aliyê din jî xwe davêjin dexlê dewleta Îsraîl û jê alîkariyê dixwazin.

Lê gava bêhemdî, carê yekî cihû silavekê jî dide kurdekî, tirk, ji hêzên îslamî bigre heta bi çep û komînîstan wan qiyametê radikin û dibêjin ”kurd merivên Siyonîstan e, Îsraîl ji bo avabûna Kurdistaneke serbixwe alîkariya kurdan dike” û gelek derew û bêbextiyên din.

Meriv û berdevkên Erdoganê îslamîst gav û seetê kurdên başûr bi zilamtiya Îsraîlê îtham dikin, lê wek tî dîtin ew bi xwe di roja herî teng da alîkarî û piştgiriyê ji dewleta Îsraîl dixwazin.
Û em kurd jî nikanin vê sextekarî û bêexlaqiya wan têxin çavên wan.

Îcar diyar e têkiliya bi Îsraîl ra ji tirkan ra adet e, lê ji me kurdan ra qebhet e!
Tirk fêr bûne, bi şivên ra digrîn, bi gur ra goşt dixwin!
.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE