30 september 2007

Diyar e ji min ra dike li hev were

Piştî çêbûna bloga min, ez difikirîm ku bi hawakî dibê ez nav û dengê quncikê xwe di nava kurdan da belav bikim. Dibê haya milet ji bloga min ya bi hêl û mêl çê bibe. Ne xwe ezê ji xwe ra binivîsim û ji xwe ra jî bixwînim.
Hîn ez li rê dirbên reqlama xwe difikirîm, min hew carê dît ku NETKURD-ê tew wa ye dest bi ”reqlama” min kiriye jî.
Xêra Xwedê.
Kurdan bela sebeb negotiye Xwedê kesî bêyî dost û heval neke. Ji bo vê alîkariya Nîhat û ya Netkurdê gelek sipas û mala wan ava.
Lê belê ev nayê wê maneyê ku ezê yekcarnan hin xîçan di wan wer nekim. Dibe ku yên wan ne zinar û gome, tenê xîç bin.
Dê û dotê şer kir, kêm aqilan jê bawer kir
Esas gelek ceran ”şerê” di nabêna hevalan da wek şerê dê û dotêye, dibê meriv zû bi zû jê bawer neke.
Wek min got, destpêk wa ye baş xuya ye lê ya girîng berdewamî ye. Bi hêvaya ku ez jî nebim wek hespa Hecî Bahrî û di nîvê meydanê da nesekinim.

1 kommentar:

  1. Seeta te xwesh Zinar, Xwede ji te re her tim weha lihev bîne.

    SvaraRadera

PARVE BIKE