17 januari 2018

Guhertin berdewam e



Do min xebera guhertina mîzanpaja hindik-rindik gîhand we. Wek  ez dibînim hûn jî bi qasî min ji vê guhertina şikil û naveroka "hindik-rindik memnûn in.


Ez viya ji jimara serdanên ji do da ye, yanî tikandinên ji do da hatine kirin fêm dikim. Jimara ziyaretçîyên îro yên heta nuha 855 e. Ev ji min reqor e.

Nuha jî ez dixwazim xebera guhertineke din, xebera guhertina  ciyê xebata xwe bidim we.


Berê ez ne rûniştî, ji pîya(ji pê) dixebitîm. Li ciyê kar ergonom û terapeutan ji me ra digotin zêde rûnenin, hûn çiqasî ji pê(ji pîya)bixebitin hewqasî baş e. Min xwest ez wê yekê li mal jî bidomînim.

Lê dû ra min dît hinekî zahmet e. Lema jî piştî guhertina mîzanpaja blogê, min şikê rûniştina xwe jî guhert. Nuha ne ji pê, rûniştî dixebitim.

Û bi vê minasebetê min der û dora xwe jî hinekî ji hev girt. Bi dîtina min ev guhertin jî baş bû.

Dibê dem dem meriv der û dora xwe biguhere û dûzaneke nuh bidê.


Îcar min got wek we guhertina di hindik-rindik da dît, vê guhertinê jî bibînin. Lema jî min du risim girtin. Min xwest hûn bibînin.

Esas nêta min hebû li ser qahwa kurdî û "qahwa tirk"  tiştekî binivîsim. Min nîv soz jî dabû xwendevanekî "îllegal", lê nebû, ma sibe. Bi xêr ezê sibe bi bîna fireh binivîsim.

Ez û siyaset


Hin xwendevan dixwazin ez nivîsên siyasî nenivîsim ya jî pir kêm bikim binivîsim  û ji dêlî wê ve giraniyê bidim nivîsên rojane, civakî, edebî, kulturî, magazîn û tiştên wenî.

Ez zanim kêfa piraniya xwendevanên ji nivîsên siyasî ra nayê, însan dixwazin tiştên din bixwînin.

Helbet hemû nivîsên min ne li ser siyasetê ne, ez carnan, di nabênê ra pêkenîn, nivîsên mîzahî, tiştên rojane, serpêhatî, ger û çavdêriyên xwe jî dinivîsim.

Lê dîsa jî çavêyê mêzînê yê siyasî giran dikşîne.

Ev jî ji ber rewşa welatê me ye, ji ber zulma li ser gelê me dibe.

Bi rastî ûjdanê min qebûl nake ez li hemberî vê zulma li gelê me dibe xwe kerr û lal bikim ya jî ji nedîtî ve werim û wek merivekî azad û bextewar ji xwe ra qala hin tiştên din bikim.

Ez viya ne ji bo kesî, tenê ji bo xwe dibêjim, ez bi xwe nikanim, ez nikanim nenivîsînim.

Lê ezê hewil bidim di nabêna siyasetê û mijarên din da balansekê çê bikim, bira ne kibab bişewite û ne jî şîş.




Tirkên siwîl dixwazin herin Efrînê bigrin

Ev risim ji rojnameya Vatan hatiye girtin


Li Stenbolê bi sedan tirk alên wan di dest da li bi ber daîhîreya leşkeriyê li hev kom bûne û bi "tekbîr" û "alahûekber" xwestine wan bişînin Efrînê ji bo şerê kurdan bikin û Tirkiyê ji perçebûnê xelas bikin !
Wek merivê dîn, bûdele, irqçî, faşîst, har, nexweş, psîkopat, miletê dîn, bûdele, irqçî, faşîst, nazîst, har, nexweş û psîkopat jî heye.

Civata tirk ne civateke normal e, civateke nexweş e, civateke har û psîkopatîk e.

Neyartiya kurdan, kîn û nefreta wan ya li hemberî kurdan, psîkolojiya tirkan xera kiriye, ew însaniyetê derxistiye.

Her tirk xwe gur û kurdan jjî wek berx dibîne, gava çavê tirkekî li kurdekî dikeve dixwaze xwe bavêje ji ser da û bixwe.
Gava dengê kurdî dihere tirkekî, gava navê Kudistanê dibihîze har dibe, dîn dibe, bi cuzbê dikeve...

Tedawîkirina merivekî mimkûn e, tedawî ne mimkûn be meriv digre û bera nava însanan nade.
Lê tedawîkirina miletekî ne mimkûn e.

Bi sedan tirk li Stenbolê li herêma Uskudarê daketine kolanan, çûne ber dahîreya leşkerîyê û bi daxaznameyan xwestine wan bişînin Efrînê ji bo ku Tirkiyê ji perçebûnê xelas bikin.

Li dora 500 kesî di destên wan da alên tirk û bi tekbîr û alah û ekber dixwazin herin Efrînê û nîşanî kurdan bidin bê tirk çi mileekî mezin û qehereman e (!)

Masî ji serî d agenî dibe, gava serok û mezinên wan Erdogan û Bahçelî û Bînalî be, milet jî ewê ev miletê tiredînî be...

Ji bo ku em kurd in Tirkiye zulmeke nedîtî li me dike


Tirkiye li kurdan çavsorî û zorbatiyeke dûrî aqila dike. Ji bo ku çavê wan kurdan dibire. Li ciyê rehetiyê, bêyî kurd xîçek jî avêtibin ji Tirkiyê da dixwazin êrîşî ser kurdan bikin, Efrnê dagir bikin. Hêvî dikim zalim li bela xwe rast werin.

Rûsya û Amerîka çi dibêjin baş ne zelal e, hin xeberên tevlihev, ne zelal li ortê belav dikin. Lê meriv nizane tiştê li ser navê Amerîka tê gotin çiqasî rast e.

Heger Tirkiye êrîş ser Efrînê bike ez bawer nakim Rûsya û Amerîka şerê Tirkiyê bikin. Heger li dij bin ewê nehêlin Tirkiye êrîş bike.

Lê heger Tirkiye êrîş bike maneya xwe Amerîka û Rûsyayê ya destûr dane ya jî gotine em îşê xwe jê naynin, hûn serbest in.

Lê Amerîka û Rûsya deng bikin jî, deng nekin jî kurd ewê bi mêranî li ber xwe bidin. Wekî din tu rê tuneye. Û ev jî kane li ser Tirkiyê buha rûne...

Dîsa jî hêvî dikim biaqil bin û êrîş nekin. Lê bêpiştiya kurdan Erdogan pir stûr kiriye...
Beyana serokê Mazlûmderê Dr. Omer Faruk Gergerlioglu.

Berfê Stockholm spî û barê min jî giran kir


Îsal li Stockholmê hema hema berf nebarî. Vê yekê bîna zarokan û stockholmiyan teng kir. Ji mecbûrî li girê nêzî mala me berfa sûnî çêkirin. Xelk xwe li ser berfa sûnî şûş dike.
Lê do berfa rastî silavek da Stockholmê û got xwe hazir bikin va ye ez hatim.

Ez bi xwe pir kêfxweş bûm. Bîsteke din ez û xanimê emê herin bîstekê bigerin. Em her roj li dora saet û nîvekê, du saetan digerin. Gera îro ewê xweştir be.

Ji do da ye tozan û bager e û berfeke baş jî ket. Vê sibehê ez rabûm, min wek mêra zend û bendên xwe vemaltin, bêra berfê girt û rêya çûn hatinê vekir.

Ez ji berfê pir hez dikim. Dixwazim zivistan zivistan be, sar û serma, baran berf be û çend derceyan jî di binê sifrê da be. A wê çaxê ger xweş e.

Stockholm bi berfê pir xweş dibe. Ji ber dar û daristan pir in, lema jî gava her der spî boz dibe hêjayî dîtin û temaşekirinê ye.

Û ilim jî bi şevan, ronahiyên lempeyên rengorengo xemleke nayê taswîrkirin dide kuçe û kolanan.


Berfa şilope ne xweş e, rezalet e. Meriv nikane gava xwe bavêje. Bi berfê ra û piştî berfê dibê sar û serma be, erd bicemide.

Wek her tim xanim hîn raketiye. Min hewşa xwe ji berfê paqij kir, rismekî xwe girt û nuha jî bi vê nivîsê we ji karê xwe haydar dikim.

Haaa dibê ji bîr nekim, her sibe saet li dora 07.00 qahwa xwe çê dikim û bi parîyek nan xurîniya xwe dikim. Bi zikê birçî û bê qahwe nikanim bixebitim.

Danê nîvro îcar dora vexwarina qahwa kurdî ye. Rojê du caran, carnan jî sê caran qahwa kurdî çê dikim.

Mala Salihê Kevirbirî ava be, camêr di destê xwe da ji min ra nîv kîlo anî. Hîn neqediya ye, heta çend rojên din jî ewê têra min û xanimê bike.

Ez hêlê (kakule, kardemûma) tevî qahwê dikim, pir xweş dibe. Tahm û lezeteke xweş dide qahwê. Hûn jî kanin carê biceribînin...

Bimînin di nava xêr û xweşiyê da...